Mebesta me ne ewe ku em dersên şer bidin we, anjî xweşî û xêrê şer ji were derbibirin. Lê ev jî rastiyeke ku şer buye parçeyek ji jiyana me û divê her Kurdek ji rastiyên vî şerî agahda be. Me kurdan ji destê firokên şer gelek kişandiye. Em dikarin bêjin ku, ji dema firokên şer derketî hettanî neha jiyana me Kurdan bi van firokan ve birêve çuye. Dibe ku hindek gund û bajarên Kurdistanê bi firokên şer ve hevdu nenasî bin, lê piraniya gund û bajarên Kurdistanê nasyarê firokên şer in. Her pîr û kalekî Kurdan dizane ku dê çawan xwe ji firokan bi parêze. Lê mixabin, azmun û tecrubeya gelê Kurd pêşî li kuştinan bi firokê dijminan nagre. Wekî ku herkesî dît û dizane, di vê dema dawî de jî hate dîtin ku herdem Kurd bi gule û bimbeyên firokên dijminan têne kuştin. Bê guman her çend di bin navê êrîşên dijî “Terorist” an de Kurd werne kuştin jî, ji bo dijminan qet ne giringe kîjan hêz, kîjan rêxistin, kîjan kom hatiye kuştin. “Bila Kurd werin kuştin, kî dibin, ji ku dibin bila bibin”. Ji ber vê yekê jî hêzên çekdarî hertim dikin sedem û bi şervanên Kurd re gund û bajar, şivan û gavanên Kurdan jî dikujin.
Di encama van komkujî, dirindeyî û êrîşên hovane de me jî wekî malpera gelavej.com xwest ku lêkolînekê di vî warî de bikin. Komarekî wekî komara Tirkî xwe bi firokên xwe yên şer wekî hêzekî leşkerî ya yekane di herêmêde derdixe pêş. Li himber vê hewa û zirtikên tirkiyê me jî got em rastiyên vê amêra mirovkuj bi xalên giştî ve binivîsin da ku xwendevan û mêvanên me jî bizanibin bê rastiya van çekên şer çiye û dijminên Kurdan di rastî de bi çi rengî siyaset dikin.
Em pêwist nabînin ku dîroka firokan ji were derbibirin. Mebesta me jî ne eve. Lê ev yek aşkere û misogere ku her amêrek, her nubunekî di pêşveçuna civakê de, di heman demê de dijî civakê jî wekî çekekî xirabker jî hatiye bikaranîn. Her derfetekî elektronîkî buye çekek di destê desthilatan de û mirovên serlê şêwaw neha jî bi gelik çekên mezin yên mirov û xwezakuj gefa xwe li ser mirov, xweza û gerdunê dikin. Ji ber vê yekî jî aşkereye ku dîtina balefirê biqasî ku ji bo mirovatiyê buye pêngavekî bê hempa û hêja, di heman demêde buye sedema çêkirina çekekî dijî mirovan jî.
Herkes şahîdê şerê cîhanê yê yekem û duweme. Di van şeran de jî firokên şer bune sedem ku bi milyonan mirov werine kuştin.
Bi taybet piştî şerê cîhanê firokên ku serî li mirovan bi zîvirênin hatine çêkirin. Firokên wekî B-52 yên ku hatiye ceribandin bi firînekê re li derdorê cîhanê firiyaye û teknîka radaran têk bidê, di heman demê de gelik roketên yek ton dikare di nava xwe de ragire dîsan di modelên talî modelên H de 20 guleyên “Cruies” karin bicî bibin hatine çêkirin. Ev mînakekî tenê ya çêkirina vê çeka mirovkuj ya hovane ye.
Di destpêkê de wisan hate xuyankirin ku ev firokana dijî dewlet û welatan hatine derhênan, lê bi pêşketina tekoşînên rizgariya netewî, tevayî çek û balefir dijî tevger, rêxistin û hêzên çekdarî yên gelên bindest an jî azadîxwaz hatine derhênan û bikarhênan.
Şerê ku li Kurdistanê tê meşandin ji serê sedsala bîstem hettanî roja me ya îroyîn, şerekî mezin û dijware. Her çend gelik dem û caran alîyên şer, mezinî û tundî veşartibin û ne xwestibin meziniya şer bidine der jî, şerekî piralî, berfireh û dijwar bu.
Hêzên bi pergal-nîzam û hêzên gerîlla yên gel
Di tevayî şerên di cîhanê de têne jiyandin, şerê navbera gelên bindest û dagirkerên wan de xeletî an jî xwe helxelitandina ku hêzên dagirker dikevinê de; ewe ku hêzên çekdarî yên gel, an jî yên komên rêxistinên azadîxwaz wekî hêzên mezin û bi pergal, wekî hêzên sererast hildidine dest, her çend di azmun û tecrubeyên welatên dîtir de dibînin û dizanin ku hêzên şer hêzên gerîlla ne, dîsan jî bixwe nadin bawerkirin ku ne wekî hêz û artêşên bi pergal in. Ji ber vê yekê jî çek û tevgerên hêzên bi nîzam û pergal li himber van hêzên piçuk yên gel, xisarên mezind dibînin, gelik caran jî di warê stratejîk de jî winda dikin. Hêzên komaran bê cewazî neheqin û mafên hindek, kes, civak an jî gelan ji dest wan digrin ta ku li himber komarê serhildan an jî şerên mezin dest pêdikin. Ji ber wê yekê em dikarin bêjin ku xala herî bingihîn ku hêzên Komaran bi hêzên mezin tevdigerin 1- Artêş ne artêşa bi xwestek e, ji ber ku bêdadiyekî mezin di navbera hêzên komarê û gelê bindest heye nikarin artêşekî çarbi çar ya bi xwesteka xwe û bi derunekî îmanî ava bikin. Ji ber wê yekê jî şuna hindek koman perwerde bike û xwe, tevayî hêvî û armancên xwe di serê şervanekî de kom bike. Hejmarekî mezin ya artêşê perwerde dike, û ji ber ku dê leşkeriya wî kesî di demekî kin de bi qedê tu wateya perwerdeyekî pir mezin û cîgirker nine. Ji ber vê yekê jî perwerdeyekî bingihîn ku karibê li himber gerîllayan şer bike nikare bide leşkerê xwe neçare ku bi vê hêz û hejmarê tevbigerin. Bi kurtayî artêşên mezin yên komara bi mezinbuna xwe û hejmara xwe ya zêde û teknîka xwe, çekên xwe yên nujen bawerin. Ev jî bê guman li gorî zeyna(mantik) mirov xeletî û qelsiyekî mezine. Çawan wekî ku bijîşek, bijîşkiya xwe tenê li ser amêr û teknîka nujen ava bike lê di derbarê laş, nexweşî û xwezaya mirovan de zêde tiştekî nizanibe. Dema ku nexweşek hate cem wî bijîşkî hettanî li mekînê nedê nizanibe bê nexweşiya wî çiye. Lê bijîşkên ku tu teknîk di dest wan de nîne lê di derbarê laşê mirov de, derbarê xwezaya mirovan de xwedî azmunekî mezinin, çawan li mirov dinerin dizanin bê nexweşiya wî çiye û dermanê wê çiye. Rewşa artêşên komaran jî heman bi vî rengîye. Şervantiya leşkerekî pir jî ji bo wan dewrekî giring naleyize. Di vê xalê de li himber hêzên piçuk hêzên şervanên gel serkeftî nabin. Tevayî hêz û êrîşkeriya xwe bi teknîk û çekên xwe yên nujen bicî tînin.
Hêzên mezin û bi nîzam, hejmara zêde û teknîka nujen bikar tînin, hêzên gerîlla an jî hêzên gel viyana mirov û derfetên xwezayê û teknîkên xwezayî bikar tînin. Di şerê Viyetnamê de û gelik welatên ku tekoşîna netewî lê tê meşandin ev xal pir aşkere bu.
Çawan ku hêzên komarê teknîkekî nu dixine nava şer de, hêzên gel jî li himber wê çareyekî xwezayî dibînin. Di şerê Kurd û Tirkan de jî ev yek tê jiyankirin. Bê guman em rewşa siyasî ya şer, sedem, xeletî, armanc û aliyê wê yê mirovî û ne mirovî dernabirin.
Di şerê Kurd û Tirkan de wezna hêzê, cewaziya hêzê û teknîk
Li parçeyên dîtir yên Kurdistanê jî bi dehsalan e şerê çekdarî bi gelik rengan li dijî hêzên komarê tê meşandin û hatiye meşandin. Lê ji ber ku teknîka serdema nu, çekên vê çaxê li himber Gerîllayên Kurd têne bikaranîn û ev çekana jî li Başur û Rojhilatê Kurdistanê jî li himber Gerîllayan têne bikar anîn, em dê piranî li ser Şerê navbera Tirkan û gerîllayên Kurdan hilgirine dest. Lê ev nirxandin jî bê guman hemu aliyên şer hilnagirê dest.
Cewaziya armanc û vîyanê
Gerîllayên Kurd ku di bin pêşengiya PKK ê de li dijî hêzên Tirkan şer kirin bi xwesteka kesan, daxwaz û arazuyekî welatperwerî, viyanekî Kurdayetî şerê xwe birêve birine û hetta neha jî birêve dibin. Ew xwe di nava refên şer de, temenkin û ji bo çend salekî nabînin.Ji xwe dema ku tevlî refên gerîlla dibin, di warê derunî û cendekî de ji tevayî diyardeyên civakî yên asayî qut dikin. Malbat, dibistan, kar, diraf û hwd. Ji bo wan êdî tune dibin û di vê hola şer de, di her warî dibine xwedî jiyanekî nu. Ji ber vê yekê jî her çend gelik gerîlla di warê şer de bêhêz, bê azmun û xwedî kêmasiyên cendekî jî bin, ji ber ku bi xwestek û arazuyekî bi hêz şer dikin, di karin bi salan xwe di nava refên şer de ragirin.
Şervan an jî leşkerê artêşa Tirkiyê jî bi hêviya ku rojek berî rojekê bê ku werine kuştin leşkeriya xwe bi qedînin û vegerine nava malbata xwe diçine leşkeriye. Dema ku diçin bi rondikên dayikê, bi giriyê evînê, bi xembariya bav bi dilêşiya xwişk û biran ve dikevê rê. Ji xwe dema ku dikevê rê vegera wî di bîra wî de ye. Her roja xwe, her dem û kêliya xwe dihijmêrê da ku kêlîk berî kêlîkê vegerê nava malbata xwe. Ev raman û derunê berpirsiyariyê li himber malbatê tenê jî tirsa mirinê dixê nava mirovan de. Di be ku armancên komarê wekî armancekê em hilgirine dest lê, di nava leşkerên Tirkiyê de ev “armanc” jî pir dewrekî mezin naleyizê, ji ber ku hejmarekî mezin ya leşkeran ji Kurdan pêk tê. Lê ew ramanê berpirsiyariya malbatê, daxwaz û bêrîkirina malbatê dihêle ku tirsekî mezin bijîn. Her çend hejmara zêde û teknîka giran hêvî û baweriyekê bide wan jî, nihênîbun, veşartîbun û bidizîbuna gerillayan tirsekî mezin dixe nava wan de.
Cewaziya teknîkê û erdnîgerî
Ji xwe sedema vê nivîsa me ewe ku em ji xwendevan an jî mêvanan re bidin diyarkirin û aşkerekirin ku teknîk di şeran de dewrekî diyarker naleyizê. Dewr û cihê xwe geleke lê çarenivîsa şer ne teknîk diyar dike. Teknîk, şêwaz û taknîkên şer destek dike. Teknîk dibe ku wêrekî(cesaret) bide şervan lê ku ew teknîk karîgeriya(tesîr) xwe nebe şervan jî bê dewr dimîne. Teknîka herî mezin, herî pêşketî û mezin dikare bi tevgerekî piçuk, bi tevdîrekî piçuk vala derbikeve. Mînak di çiyayên Kurdistanê de li deverên ku daristan û şikêr hene her çend yên ku ne dîtî û ne jiyayî bawer nakê jî, karîgerî û tesîra helîkopterên lêxistinê ya Kobra yan nîne. Deverên ku şikeftên mezin an jî binberên mezin hebin, karîgeriya firokên şer nîne. Ji xwe di çiyayên bê rêk de, çiyayên bilind û asê de, tank, panzêr, ew topên Obîs yên navdar bi qasî qewsikekî jî dewra wan nîne. Kleşkofa Gerîlla ya ku di sêset-çarsed metreyî de karê mirovan birîndar bike an jî bikuje, ji wê G-3 ya leşkeran ya ku di hezar metreyî de dikare birîndar bike çêtire û bêhtir bikar tê, ji ber ku şil bibe jî dixebitê, ji ber ku herroj paqijî jêre ne pêwiste, ji ber ku sivike û 30 guleyî dixwe. Ji ber ku gelik zu germ nabe hindekî germ bibe jî hêza çuyina gullê zu nakeve. Lê G-3 ya ku piranî di artêşa Tirkan de tê bikaranîn, girane, divê hertim were paqijkirin, zu asê dimîne, ji bo şerên nêzîk(şerên 50 hetanî 100 metreyî) zêde bikar nîne. Tevayî çek û amêrên Gerîlla û artêşa Tirkiyê wisan cewazîyekî mezin di navbera wan de heye. Ji ber ku artêşa Tirkiyê piranî çekên NATO bi kar tîne, Gerîlla jî çekên VARŞOVA bikar tîne. Çekên Varşova aşkere ye ku piranî li gorî hêzên Tekoşînvanê Netewî hatine amadekirin. Ji ber vê yekê em dikarin bêjin ku her çekekî Varşova li gorî Gerîlla ye. Çeka herî sivik û yekî na westîne ya NATO yê M-16 e û li gelik welatên rojhilata navî jî têne firotin, lê dîsan jî wekî Keleşkofê rehet nayê bikaranîn. Ji ber ku dirêje, derveyî wê jî wisan hatiye çêkirin ku guleyên M-16 ê piranî yê himber birîndar bike, zu bi zu nakuje. Dema ku li newqê û jor bikeve xwînherikîna hundir dide çêkirin û mirov hêdî hêdî dikuje, lê ji newqê û xwar nabe sedemeka kuştdariyê. Nerêniya wê ya herî zêde jî dirêjbuna wê ye.
Gelik çekên dîtir hene ku em dikarin bi berfirehî wan derbibirin. Wekî B-7 roketavêja Gerîlla û çeka agir navê wê yê risen(ligh armored vehicle), ya Tirk bikar tînin ji bo carekê ye. Ya Gerîlla çekeke hertime lê divê guleyên wê werin gerandin. Dîsan BKC ya Gerîlla, çeka ku herî zêde Gerîlla xwe pê dide jiiyankirin zincîrên sedan gule dixwe û zu bi zu asê nabe,7,62 mm ye gula xwe 9,2 kîlo ye hetanî 1000 metreyî jî dikuje. Li himber vê MG-3 ya leşkeran, pir girane û di mercên çiyayê Kurdistanê de zêde neya bikaranîn 11,5 kîlo ye bê gule, guleyên wê jî ji yê BCK mezintirin. Dîsan çekên girantir Doçka(dijîfirok) 12,7 guleya xwe 3 km diçe, gelik xesar digihîne firokan, di hermênên Gerîlla yên navîn de, yên ku hêzên 100 kes tevdigerin de gelik caran tê bikaranîn.Bê ling 38 kîloye, qantirek dikare rahijyêde lê gelik caran şervan neçar mane û du kesan, carna jî bê ling yek kesî rahiştiyê de. Dîsan Doçka(firokkuj) 14 çeka herî giran ya Gerîllaye. Piranî di wargehên bicîbuyî de tê bikaranîn. Di şerê salên 92 û 93 yê de di wargehan de gelik dihate bikaranîn. Herî kêm du qantir dikare hilgirê. Li himber vêya jî em dikarin çeka NATO ya ku tirk piranî di helîkptera an jî firokan de bikar tîne çeka A-6 bidin nîşandan.
Wekî dîn jî hettanî bi narincok(Bombeyên destan)an jî cewazî heye. Narincokên ku Gerîlla piranî bikar tîne, li gorî yê Tirkan piçekî piçuktirin, bikaranîna wan rehettire. Gerîlla pir zêde narincokên deng û reng bikar nayênin, hema hema tevayî jî narincokên kuştinê yên parçeyanin. Mîm an jî mayinên binerd jî, teknîka gerîllayan û ya leşkerên komarê gelik ji hevdu cuda ne. Leşkerên Tirk mîmên hazir yên ku di febrîqan de çêkiri di rêk û wargehên gerîllan de bikar tîne. Bêhtir piştî ku ji wargehên gerîlla derdikevin, wana di wargerhan de di deynîn, an jî derdorê girên xwe yên di metirsiyê de di deynin. Lê gerîlla jî him van mayinên ku leşker di deynin derdixin, him jî teqemeniya an jî dermanê teqînê li çiyayên Kurdistanê tijî ye. Her deverekî çiyayên Kurdistane bune bi teqemenî. Ew teqemeniya di nava roketên firokan de, an jî guleyên hatî avêtin û ne teqiyayî de ji bo gerîlla çeka herî mezin ya mayina ye. Bi taybet li çiyayên Ser tixubê başur û bakur bi guleyên Saddam an jî yên tanq û topên Tirkan ve tijî ne. Gerîlla vê teqemeniya nava van gulan derdixe, bi teknîka xwe ya pir hesanî wana dike mayin û disan di daynê ser rêkên leşkeran yên derdorê wargehê wan an jî rêkên ku dê derkevine tevgerê. Gerîlla çend carek ne di navde lê wekî din qet mayinên hazir bikar nayênê. Hertim bi xwe amade dike û bikar tîne. Ji xwe eger hêzek bixwaze ku tenê bi mayinan şer bike, herê çiyayên başurê Kurdistanê têrê heye. Ji ber ku li gorî gotina ku li başur tê kirin, sala 91 ê dema ku serhildana gel destpêkir û hêzên Baas ji Kurdistanê hatine derxistin, Saddam gotiye ku ezê ji vira derbikevim lê hettanî bi 15 salan wê bi çekên min Kurd werine kuştin. Û Erdnîgeriya Kurdistanê tev kiriye mayin. Lê em wisan dihizirin ku evqas mayin piranî li himber Îranê hatine danîn.Ji ber ku li ser sînorê Rojhilat û Başur hatine danîn. Her ku gerîlla teknîka mayinan pêş xist û bêtir bikaranî windayiyên mezin di artêşa tirkande hatine dayin.
Di şerê Kurd û Tirkan de çekên hewayî Helikopter(Kobra-Skorsky) û Firokên şer:
Helîkopter; Ev çek di şerê viyetnamê de gelik hate bikaranîn, ji xwe em dikarin vêya aşkere bêjin, hêzên mezin yên cîhanî ji bo ku vê çekê karibin bifroşin, hertim di gelik deverên cîhanê de şer didin domandin, Ji ber ku welatên di nava xwe de şer jiyan dikin, çawan jî be pêwistî bi van çekan dibînin. Van çekan jî em dikarin bi du rengan ji hev cuda bikin. Ji ber ku xwendevanên me, li himber xapandinê vê cîhana derewîn, van pergal û hêzên derewîn hişyar bibin an jî bibin xwedî zanyariyek ev lêkolîn dê bibe zanyariyekî giring. Helîkoptera ku di şerê Kurd û Komara Tirkiyê de herî zêde qala wê tê kirin “Skorsky” ye.
Di şerê tê jiyandinde Skorsky ya ku herî zêde hatî bikaranîn UH-60 skorsky ye. Ev helîkopter ya bar e. Her çend di çapemeniya Tirkan de gelik caran tê nivîsîn ku helîkopterên skorsky êrîş birine ser wargehên gerîllan jî, ev helîkopter ne yê êrîşê ne. Lê barên giran dikarin rabikin û di karin hejmarên zêde leşkeran di demekî kin de veguhezênine herêmên şer. Ev amêr ku vala bê 4 ton û heşsed kilo ye. 2 hetanî 4 ajokeran pîlotan dikare ragirê. Ji vana 2 jê bi çekê ve parestina wê dikin. Wekî din jî 11 leşkerên tijî radigre. Bi taybet di şerê 1994 ê yê botanê de, çiyayên Cudî û Gabbarê van helîkopteran dewrekî mezin leyist û di demekî kin de bi hezaran leşker veguhezandine ser û berpalên çiyan.
Kobra; Helîkoptara êrîşê. Ev jî gelik şêwazên xwe hene. Di vira de mebesta me ne ewe em jî wekî nivîskar an jî çapemeniya Tirkiyê pesnê Gerîllayên xwe bidin û jêhatîbuna wan, qehremanî û palewaniya wan dubare bikin, pêwistî bi vê yekê nîne. Rastînin hene ku herkes dibînê lê herkes nabînê. Herkes dibîne ku bi salane ev şer di warê leşkerî de ne gihiştiye encamekî, lê herkes jî dibêje “Helikopter pir bi karîgerî(tesîr) in. Helikopter yekî ditirsînin, kesik ji ber nafilitê” Herkes dibîne ku van amêran tiştekî berçav nekirine û herkes dîsan jî nabîne ku Helikopter bikêr nehatine. Ji ber wê jî em dibêjin ku herkes dibîne jî û nabîne jî.
Kobraya herî zêde li welatên wargehên şer hatî bikaranîn welatên wekî Emerîka, Kora başur, Israil, Iran, Pakistan, Tayvan û Tirkî hatî bikaranîn AH-1 Kobra ye. Lê ev kobra demekî dirêj nehatine bikaranîn. Di demekî kin de şuna van Apache yan cî girt. Ev kobrayana bi roketên mezin ve hatine destekkirin. Gewdeya wan zirav hatiye çêkirin da ku di agirbaranê de jê negrê. AH-1 her çend li Emerîkayê wekî çekekî serekî neyê bikaranîn jî, Tirkan ev gelik bikar anîn û hîna jî ji 40 hebî bêhtir AH-1 helikopterên xwe hene. Topa otomatik ya 20 mm radigre. Wekî din jî 12 Roketên xwe hene. Di şerê Kurdistanê de ev amêr gelik caran hatiye bikaranîn. Piranî jî di pevçunan de 4 heb hatine bikaranîn da ku dudo lêbixin, ku teqemeniya wan qediya duwên dîtir werin ser kar. Wekî din jî helikopterên ku di şerê gerîlla de hatine bikaranîn Sûper kobra ne. Sûper kobra jî xwedî teknîkekî pêşketî ne. Teknîka nava xwe pêşketiye û taybetmendiya xwe ya ku roketan bavêje amêrên hewayê jî heye.
Ev Kobrayên ku di şerê Kurdan de hatî bikaranîn, çiqasî tesîr û karîgeriya xwe dike? Emê neha li vêya binêrin.
Berî hertiştî, reng û şepala van amêran wisan hatiye çêkirin ku dîtina wê tenê tirsê bixe dilê şervanan. Rengê wê, şêwazê wê yê tirsak hewayekî tirsê belav dike. Yekî ku van helîkopteran nas neke dê wisan bihizire ku kesik nikare ji ber van bifilitê. Lê di rastî de berovajiyê vê ye. Di deştê de, di bej û rastê de, di zozanên rut û bê girên mezin de ev amêrana dewrekî mezin di leyizin. Gelik caran di tevgerên hêzên Tirkiyê de, komên gerîlla di hindek rastan, hindek deştan de hatine girtin û bi van helikopteran windayiyên giran hatine dayin. Ji ber ku çekekî giran bi yekîneya gerîlla re nîne. Çekên destê Gerilla piranî Keleşkof, B-7 roketavêj, BKC çeka otomatik ya guleyan. Tenê ev çekin û ev jî ku ne bi hejmarekî mezin agirbaran li kobra were kirin, an jî gule ji cihekî wê yê qels bikevê, tu karîgeriyekî van çekan jî nîne. Ji ber ku binê van helîkopteran bi şêweyekî lastîkê ve hatiye parestin. Ji ber vê yekê ne ku gule li deverne derveyî binê wê bikevê, li kêlekan bikeve zehmete ku karîgeriyekî guleyan hebê. Pirsekî ku herî zêde tê kirin eve, başe ma roket çima ji kobra n
Yorum