Ji bo cîhanê Koronayên baş dixwazim
Ji bo cîhanê Koronayên baş dixwazim
Dema weşanê: Nîsan 11, 2020, 3:02 Dîtin: 2225

Mirov, ji darezandina mirovên dîtir re zîrekin. Çendîn qelsî û kêm û bêkêrîyên mirovî hebin jî, dikare pir hesanî başî û jîrbûn û azabûna mirovên dîtir rexne bike û bi vî rengî qelsbûna xwe hindik jî be di warê derûnî de veşêre. Lê belê sirûşt û birêveçûna jîyanê bi zimanekî dîtîr di peyîve.  Min ev çend rêzik ji bo vê yekê, di destpêka nivîsa xwe de nivîsîn.

Bawerîya min bi bextewerî û şahî û coşîya derûnê mirovî heye. Ez hez dikim mirov dijî sextî û zehmetîyên jîyan û cîhanê hindekî bêxem bin. Lê belê ya piranî mirovan, ne ji bêxemî û bihêzbûnê, lê belê ji xwehezî û sadîzmê tê. Ji bo xwe ya xweş û baş xwestin û ji bo mirovên dîtir jî xirabîxwestin. Çi bêjim, eve jî rastîyeka sirûşta mirovîye.

Şewbeka glover an ku global li cîhanê belav bûye. Hemî dewletên cîhanê ketine taya parestina hemwelatîyên xwe an jî, ketine nava telaşeka wisan de, dixwazin him di warê aborî, him jî di warê civakî de bi silametî vê fermana xwezayî bibihurînin.

Sala bihûrî meha meha cotmehê ez li girtîgeha Dusseldorfê girtî bûm. Bêguman dema min pir hebû bixwînim, bihizirim û binivîsim. Min jî amadekarîya berhemekî wêjeyî dikir û wekî têbînîyan min nexşek danî. Di van têbînîyan de min mijara “têkçûna dinyayê” hildigirte dest. Min dixwest wekî ceribandina romanekê binivîsim û di vira de jî min roja têkçûna dinyayê bo mijara nivîsa xwe bingeh digirt. Berîya wê rojê û piştî wê rojê. Min di nexşa xwe da dîyar dikir ku dinya bi lêketina kevirekî asmanî xisareka mezin dibîne. Hemî pêşketinên teknîkî têk diçin. Berq û elektrîk, Tor û înternet, mekîne û tiştên elektronîk hemî têk diçin. Piranîya mirovan dimrin. Di rewşeke wisan de wekî mirovek ji yên sax mayî ez dê çi bikim û ez çi dikim. Berîya wê rojê tiştê di dinyayê de rû dayî û piştî wê rojê.

Ev têbînîyên min hîna di dest min de ne, bêguman piştî ez ji girtîgehê derketim şewba Koronayê nû belav dibû. Êdî wateya nivîsandina min jî nemabû. Ji ber tiştê min dixwest bixim mijara pirtûkekê bi rengekî dîtir bûbû rastî êdî tu wateya wê nemabû.

Paşê li ser vî hizrê xwe jî gelek hizirîm. Gelo çima min xwestibû “Têkçûna dinyayê” wekî mijara pirtûkekê bo xwe dîyar bikim? Û bersiva vê jî min pir hesanî da. Ji ber, hîna ji zarokatîya xwe ve, gelek dem û çaxan min xeyala wê yekê kiribû ku dinya têk biçe. Gelek caran min xwestibû ku yek mirov nemîne û ev xala pir biçûk ya vê gerdûna bêbin nemîne.

Dizanim piranîya mirovan başî û xweşîya mirovan dixwazin. Wekî ez rêzê ji mirovên bawermend re digrim, ji mirovên xwedî bawerîyên olî, sîyasî, ramyarî ra digrim, bi heman awayî rêzê ji wan mirovan re jî digrim ewê silametîya mirovan û dinyayê dixwazin. Lê ya rastî ez ewhinde ne humanîstim.

 

Hestyarîya min, Kurdbûna min a bingehê xwe ji mirovhezîyê digre jî vê rastîyê nikare biguhere.

 

Ji ber, min li erdeke wisan çavê xwe ji vê dinyayê re vekirin ew erd qaşo dergûşa şaristanî û mirovatîyê ye. Lê belê ji wê roja ku di kadîna gundê me de hatime dinê hetanî roja îro min tu başî û xweşî li ser wê erdê nedîtîye û li gorî dîyare jî di demeke nêz de ez dê nebînim.

 

Ji ber, li wê erda ku qaşo hemî ol û bawerî û pêxember û hizrên mirovî di malzaroka xwe de xwedî kirine û jîyan daye wan, bi hezaran hêz û kes û tevger û dewlet hespê xwe yên kirêtîyê dibezînin û wan mirovên qaşo nevîyê pêxembera ne yek bi yek serjê dikin. Yên ji ber şûr mayî jî, di malên xwe de bi amûrên medyayê bi derûnê xwe ve têne darvekirin.

 

Ji ber li wê erdê, li wê devera ku ez bi peyv û gotin û hevok û risteyên zimanê xwe yê şîrîn fêrî jîyanê bûm û min mirovbûn û jîyan ji kok û binemaya vî zimanî, ji dayîka xwe û bavê xwe yê zehmetkêş wergirtî, hemî gotin û peyv û nivîs û dîmen û belge û sitranên zimanên dîtir hespê xwe di nava rayên mêjîyê mirovên wê erdê de dibezînin.

Ji ber ew mirovên wê erdê, yên bi hezaran sale, bi tîr û kevan, bi şûr û xencer, bi dermançe û keleşkof, paşê jî bi narincok û topên xwe ve ji bo hemî hêz û kesên bîyanî yên cîhanê şer kirî, bi xwe ji hemî xweşî û xwedîtîya wê erdê bêpar mane. Li gel vê şerpezetîyê di heman demê de, hîna jî wekî maşika destê dagirkerên xwe, bîyanîyên wê erdê, serdest û xwedanhêzên wê deverê pêşî cendekî paşê derûnî têne tunekirinê.

Bêguman eve ne gilî û gazincin. Tu carî gilî û gazinc hêjayî mirovên wêrek û xwedan hizir nabînim. Encam û bêguman sedemên Kurd gehandine vî encamî jî baş dizanim. Pêşî hindek taybetmendîyên civakî yên Kurdan, paşê jî serkêş û rêberên Kurdan, hemî derfetên Kurd gehandine vî encamî raveyî dagirker û xwedanhêzên li ser erda Kurdan kirine.

Bi dehan car, xwegorîkirina Kurdan jî Kurd rizgar nekirin û encamekî erênî neda dest Kurdan. Bêguman ji bo mirov xwe bixapîne gelek sedem di destê mirovan de hene. Lê rastî eve. Wekî herkes herkêlî dibêje, ez jî gotineka klasîk dubare bikim. “Li tu deverê dinyayê, tu gel wekî Kurdan jêrdest nemaye ku ev hinde xwedan çand û kevneşop û dîrokeka mekin û qedîme. Tu gel û millet wekî Kurdan jêrdest nemaye ku ev hinde xwedan zimanekî zengîn û mezine.”

Eve ne gilî û gazince lê ya rastî ew xeyala min a zaroktîyê û ew xeyala min a ku min di gelek demên jîyana xwe de tanî pêş çavê xwe kêm û nîvçe jî bê pêk hat. Dinya bi şewbê ket. Wekî Kurd dibêjin “Heyla êşa mirîşka pê ketî”. Eve jî hema pêkhatina nifirê dayîkên Kurda ye û pêk hat.

Çawan ber mirina xwe jî nakevim ber têkçûna dinyayê nakevim. Ew kurdê ku biqasî qamekê cihê mezele wî li ser vê rûyê erdê tuneye, dê ber kîjan dinyayê bikeve. Ew Kurdên ku hersal zarokên xwe qûrbanî dide dê ber kîjan mirinan bikeve? Ew Kurdên ku tu xêr ji wê beheşta mirovatî û dergûşa şaristanî yê nedîtî dê ber kîjan devera dinyayê bikeve? Em mirovhezin? Em xweşî û başîya dinyayê dixwazin? Em hez ji mirinê nakin?

Eger ez bizanibim dê rojekê ji bo –aştîxwazîyê- xelata Nobelê bidine min, dîsan jî ez dê nebim aştîxwazê cîhanê. Hetanî Kurd di jêr vî agirî de bin, ez dê bo mirovên dîtir yê cîhanê jî xweşîyê nexwazim.

Hetanî ez nikaribim bi rehetî bêyî ku kesayeta xwe, çanda xwe, zimanê xwe bifroşim biçim gundê xwe, biçim erda xwe, biçim nav mirovên xwe ez dê xweşîyê ji bo cîhanê nexwazim. Û ez dê hertim Koronayên hê dijwartir ji bo cîhanê bixwazim. Eger hebê xwedayekî min jî, ez dê jê lave bikim da dinyayê tu carî aram nehêle, êdî bi koronayê dibe, keviran davêje dinyayê, an şape û aşûta pêk tîne, rojê nêzîk dike, hevyê tune dike ew kêfa wî ye.

Ew Koronaya bi hezaran sale Kurd dijîn bila dinya jî bijî. Qet nebe bêdadîya dinyayê kêmekî radiweste.

Ji bo cîhanê Koronayên baş dixwazim.  

Deverên lê hatî weşandin:

http://navkurd.net/2020/04/ji-bo-cihane-koronayen-bas-dixwazim/

10.04.2020