Jînenigarîya Agirî Soran
Derbarê bikarhêner de nivîs tine.
Tu bixêr hatî malpera Agirî Soran

Eger hun bikaribin bi çend gotina tevayî jiyana xwe binivîsin naxwe ez jî dikarim. Ku ez nikaribim bi çend gotina tevayî jiyana xwe binivîsim hun jî nikarin. Em mirov her çend carcaran bi çend peyvan û rêzikan xwe derdibirin jî, her dê hindek kes derkevin ku wan gotin û peyvên we têneghêjin. Ji ber wê yekê jî ji bo ku piçekî xwe derbibirim di vî rûpelî de dinivîsim. Lê berî hun di nav rûpel de aloz û têkilav bibin çend rêzikan binivîsim dibe ku hun piştî xwendina van rêzikan dest ji rûpel berdin, hertişt bo we hesantir be û hun serê xwe gêj nekin.

Ez mirovekim ku wekî herkesî bê vexwendin û bê ku destûr ji min bê girtin ketim nav vê fezayî û vê jiyanê. Her çend hez li bêrîkirina rabihûrînê û hesreta jiyankirina dahatinê nekim jî, di vê ker û pariya jiyanê ya ku ez dijîm de dixwazim ji dewlemendî û bêsînoriya hizir û zanistê sud wergirim û pê mêjiyê xwe bicoşînim. Dixwazim di nava kirêtiya de çêja ciwaniyê, di nava gemarê de pakiyê, di nava tariyê de roniyê, di nava bêbextiyê de bext û piştevaniyê, di nava nankoriyê de nanpakiyê, palpiştiyê bibînim û çêja wê derxim.

Mirov çiqas karibe bê guman, bê tirs, bê hesab, bê hejmartina karîgeriya mirovên dîtir û hewaya jiyanê xwe derbibire, mirov ewqas bi azadiya xwe dihese û ewqas ji derewan, ji gloverkirina peyvan dur dikeve. Di vî rûpelî de hun dê vê bibînin. Ji ber ku hun heyecana film bijîn ez dê li vira tiştekî pir bo we nerêjim. Lê ez dê vê gotina xwe bikim bingehê derbirîna malpera xwe û çîroka xwe

– Piraniya mirovan rastiyan dibêjin lê rast nabêjin-

Gotarên Dawî

Adar 8, 2020


Ew dema, komên mirovan di jêr helmet û heybeta bombeyên sedkîloyî de parçe dibûn, xanîyên wan yên bilind bi ser wan de di hilweşîyan, bi hezaran, sedhezaran, bi milyonan mirov, ji gelek welatên Ewrûpa diçûne mirinê, gelek jê jî dîl diketin, gelek jê ji hêz diketin, heftê û    berdewam

Adar 3, 2020


Geha kevîya avê. Firehîya avê bi qasî du gavan bû. Bixwe bawer bû, bi xwehilavêtinê derbazî alîyê dîtir bibe. Wê kêlîyê qet ne hizirîbû, bûyereka derveyî hizrê wî rû bide. Ji xwe hizra giranîya keleşkofa bi milê xwe ve û kulavpiştê ser pişta xwe qet ne    berdewam

Adar 2, 2020


ji ber tarîtîya xwe, mirov; şevê bêxêr dibînin. Wekî çarenivîseka mirovan, ji alîyê xwedê ve hatîye dîyarkirinê. Çendîn encama yasaya wezna sirûştê û gerdûnê be jî, derûnê mirovî digre jêr nîra xwe. Mînak, ez şevan bêhtir hez dikim. Ji     berdewam

Adar 1, 2020


Piranî caran berîya binivîsim, dihizirim, di nivîsandina hindek tiştan de dudilim. Ji ber dizanim dilê te nazike. Naxwezim dilê te biêşînim. An jî, kêlîya te di nava xemgînîyê de bi fetisînim.                 Tê bîra min, dema berîya &    berdewam

Rêbendan 25, 2019


Dema li berpala çiyayê Zagrosê, lingên xwe bi şikêra li ser lutkeya çiyayê Şekîf ve berdida û bi kelecanî çavlirêtiya hilhatina rojê dikir hîna temenê wî 16 sal bû. Rengrengiya gizingê xeyalên pêşerojê jî tanî hizrê wî. Her çend herroj û şev kincê    berdewam