Başûrekî çawa?
Başûrekî çawa?
Dema weşanê: Gelarêzan 15, 2017, 12:43 Dîtin: 843

Hikûmeta Herêma Kurdistanê êdî bi rengekî berbiçav ji holê rabû.
Piştî alozî û têkçûna li bakurê Kurdistanê ya berbiçav û vekirî ya Kurdan, Kurdên Bakurê Kurdistanê jî bala xwe dane ser başûrê Kurdistanê û pêşketinên erênî yên li deverê.

Dibe ji ber vê helmeta piştgiriya gelê Kurd be, rayedarên Kurd yên başûr li gel têkiliyên xwe yên bi guman li gel Tirkîyê û Îranê, dîsan jî gaveka dîrokî wekî "Referandûma Serxwebûna Kurdistanê" pêk anîn.

Gelek şîroveyên li gel û ne ligel referandûmê, berê û pey referandûmê hatine kirin. Lê referandûm derbirîn û pêşandana vîn û daxwaza gelê Kurd bi giştî bû. Gaveka di dîroka Kurdan de derengmayî bû, nek zû bû. Û serkeftî pêk hat. Lêbelê siyaset, hêz, xwestek û rewşa hêz û rêvebirên başûrê Kurdistanê ne di wê astê de bû barê referandûmê hilbigrin û pêdiviyên wê bi cî bînin.

Ne xiyaneta nava Kurdan, ne xiyaneta hêzên navdewletî ne biyanoya vê rewşê ye. Ji ber, her kurdekî li deverê û derve jî, ew yek didîtin ku hêzên başûr, pergalên rêvebirîyê, gelek hêz û baskên leşkerî, sazî û dezgeh, parçebûyî ne û ji asta yekpergaliyê dûrin û bo revebiriyeka qewîm û tekuz bikêr nayên. Li gel Serxweşîya "desthilatê" û "Pera" jî, rewş kambaxtir bû.
Bo hêzên derve jî, hemî rayedar û berpirsên başûr bi xwe jî dizanin, di demên dawî ya jiyana Serokê Kurd Mele Mistefa de, li gel bi dehan nameyên wî bo rayedarên Emerîkî, dîsan jî, kesek pêre ne civî û hetanî koç kir jî, tu erkdarên Emerîka guh nedan hawara wî.

Di encam de, di warê siyasî, leşkerî, hêz û navdengî de, Kurd li başûrê Kurdistanê têk çûn.

Bêguman mirov dikare biyano û derbirînên Kurdan li ser rewşên têkçûyî têbigîhêje. Eve di derûnnasiyê de, haleteke hesane. Mirov ji tirsa aloziya xwe ya derûnî, jiber parestina rewşa xwe ya heyî, ji bo hemî kar û kiryarên xwe dixwazin sedemên li gorî hiş û bîra mirovan, lê tu tekiliya xwe bi encaman re tuneyî derbibirin.

Di binkeftiyê Kurdan de eve wekî çandekê bicih bûye û bi hezaran mirov jî, ji aliyê vê çanda çewt de asîmîle bûne. Ji bo her xiyanetekê teoriyeka "Aqil û rêka serkeftinê" tête dîtin. Ji bo her binkeftinê û binkeftinên mezin jî, alayên serkeftinê têne rakirin û qurbanîyên van têkçûnan bixwe jî bi vêya dixwazin bawer bikin. Ji ber di warê derûnî de, ji aloziya derûnî û têkçûna rûhî ditirsin.

Di daxuyaniya dawî ya" Hikumeta Herêma Kurdistanê" de, ya girêdana bi biryara dadgeha Bexda ya li ser nenaskirina Referandûmê û hemî hewldanên cudabûnê, êdî Hikûmeta Kurdî, xwe bi xwe ji holê rakir û xwe bi Bexdayê ve careka di bestand.

Ev rewş dê çiqas aramî û asteka berketî ya jiyanê, ji bo gelê Kurd yê başûr bêne nizanim, lê diyare ev biryar û ev rewş bo wan guncawe, hesane û baştire.

Kurdên Bakûr tiştên ji bo xwe dixwazin û nikarin tiştekî bikin, ji başûr hêvî dikin.
Derveyî hejmarek kesên ku rewşa başûr dizanîn û tê digihîştin, piraniya Kurdan, ji hêza kirina wan bêhtir tişt ji başûr û rêvebirên başûr hêvî kirin.

Bawerim Kurdistaneka serbixwe jî li Başûrê Kurdistanê, derveyî karîgerîya xwe ya coş û derûnî dê nikaribe ji derdên Kurdê bakur re bibe derman. Ji ber vê yekê jî,  başûr rewşekî derveyî sirûşta xwe na jî, lê "Başûr" ê di serê Kurdên Bakûr de tiştekî dî bû.

Arîşeyên gelek mezintir û Kurtir, yên bandora xwe li ser hemî Kurdistanê dikin, îro li Bakurê Kurdistanê hene. Bi hizra min Kilîla deriyê Kurdistaneka mezin Bakure. Kurd çiqas roj û şevên xwe li ser rewşa Başûr derbas bikin û bi rexne, gotin, helwest, heta gelek caran dijûnan ve dilê xwe aram bikin jî, eve tu kêşe û arîşeyên parçeyên dîtir yên Kurdistanê çareser nake.

Rêka herî lez û rast ya serkeftina Kurdan ewe, Kurd xwe ji asîmîlasyona derûnî û hizrî rizgar bikin, li gel rastên xwe, "nerastan" jî vekolin, ew otokontrola ku sedî heştê tiştekî wan têde tune rizgar bibin, ji têkçûna pergala xwe ya heyî netirsin ji ber ku pergala Kurdistanê têk çûye.
Şûna xwesipartina baweriyên ne yên xwe, divê xwe bisipêrin hêz, huner, bîr û rewiştê xwe.

Tenê bi vî rengî Kurd dikarin ji nexweşiyên kujer rizgar bibin yên wekî; hezkirina dijminên xwe, bihurîn û bexşîna xirabîyên li himber xwe, berovajîkirina binkeftinan, asayîdîtina têkçûnan, dijminatîya dijî mirovên xwe, pozbilindiya bê poz û hîna gelek taybetmendiyên di kesên bindestan de têne dîtinê.