Şev
Şev
Dema weşanê: Adar 2, 2020, 7:11 Dîtin: 2074

ji ber tarîtîya xwe, mirov; şevê bêxêr dibînin. Wekî çarenivîseka mirovan, ji alîyê xwedê ve hatîye dîyarkirinê. Çendîn encama yasaya wezna sirûştê û gerdûnê be jî, derûnê mirovî digre jêr nîra xwe.

Mînak, ez şevan bêhtir hez dikim. Ji ber eve temenek bihûrî û ez dizanim, tenê şevan dişêm jîyana xwe bijîm. Bi tenê bim jî, wê kêlîyê, jîyan jîyana mine. Ji ber vê yekê ye dişêm bi seetan qet tiştekî nekim û rûnêm. Wekî medîtasyon an jî yogaya çanda Asyayîyan, ez jî tenê bi şev dijîm. Wekî ku roj ne jîyana mine. Di nava rêbaz û rêka, ji bo me hatî dîyarkirin de, em ji serê sibê hetanî êvarê, her dibezin. Lê şev? Bi şev ez xwe dijîm. Hemî nexş û pîlana jîyana xwe, dûbare, sêbare di bîra xwe de dibihûrînim. Rabihûrîna xwe, ji bo xwe careka dîtir li bêjingê dixim. Wê kêlîyê jî, xwe, têr û tije dijîm.

Bi şev; bi tenêtîya xwe, bi hebûna xwe dihesim. Hezkirîya xwe dijîm. Hezkirina xwe dijîm. Li xwe dixim, bi xwe ve aş dibim. Xwe di pîvim, xwe di wezinînim. Xwe di kujim, xwe vedijînim.

Bi şev; jîyanê bi hemî alîyên wê ve dibînim. Tiştên bi roj hatî gotinê tenê bi şev dibihîzim. Mirovan bêhtir dinasim. Ji ber ew bi roj xerîbin. Wekî her wêneyê dîmenê filmekî wê kêlîyê bi lez, li pêş çavên min ve dibihûrin. Derûnê wan yê veşartî bi şev dibînim. Gotinên ku bi roj ne gotî bi şev têne guhê min. Gotinên bi roj bi awayekî gotî, bi şev rastîya hizra wan têdighêjim. Ez bi şev dijîm.

Bi roj; ez jî wekî herkesî, kor, kerr û lalim. Tenê wekî tomarekê, çi dibînim, çi dibihîzim tevî tomar dikim. Ez tenê rojê tomar dikim, lê najîm. Ji ber roj ne ya mine.

Bi şev; ne nûçe û bûyerên dinyayê, ne hizir û nêrînên mirovan, ne filmên xemgîn û bi giryan bala min nakşînin.

Bi şev, ez, dilê min û mêjîyê min, di yek laşî de dicivi û em xwe dijîn.

Bi şev hestên helbestvanekî tê dighêjim, bi şev bêrîya evîndarekî, kula dilê dayikekê, qolincên jinekê, rêzên giring û rêzên derewîn yên nivîskarekî, hestên veşartî yên bavekî tê dighêjim.

Bêdengîya şevê, dengê herî xweşe bo min. Carcaran, dengê çirçirkan bê jî, sirûşta şevê xirab nake. Dengê kundan jî tevlî vê siruştê ye. Dizanim, piranîya mirovan ji bo jîyana rojê, ji bo xir û cira rojê, bi şev bêhna xwe vedidin. Zû dikevin xewê û zû radibin. Da ku , erk û berpirsîyarîyên xwe, yên beramberî çarenivîsa xwe bicî bînin. Ji xwe li gorî dibêjin, xewa zêde, zû raketin û zû rabûn ji bo tendirustîyê jî başe.

Ji ber hemî mirov, bi heman awayî û di nava heman pergalê de dijîn, kesek ji rewşa xwe gilî jî nake. Ji ber mirov piranîya tiştên di pejirînin, ji ber girseya mirovan di pejirînin. Herkes, bi jîyankirina herkesî ya hertiştî razîye û bi xwe jî dijî.

Ji ber vê yekê, navbera min û heyvê xweşe. Bawerim heyv; karîgerîyeka mezin li ser derûnê mirovan dike. Di warê zanistî de eve nehatîye piştrastkirinê lê belê di çand û kevneşopa mirovan de qala vê yekê pir tête kirinê. Heyva çardehê, an ku heyva tijî, li ser derûnê mirovan karîgerîyeka xwe heye.

Derveyî hemî rastî, nêrîn, hizir û fêrbûnan. Ez bi şev dibim ez, dibim dildar, dibim zana, dibim mirov

Ez bi şev dijîm.

 

25.01.2020

Dusseldorf