Rêvingî
Rêviyê ku bum ez
Di kalanekî tezede rizî bu xencer
Li ser xencerê deqên xwînekî mêjuyî
Çawan hat û çawan çû
Bablîsoka çarenusa me
Bi rondikên sitêrkî dadikevim
Pêlekanên rumetê xwe
Di sînga minî çepê de
Wêneyên miriyên bênav
Li ser şanê min jî barê gunehên gunehbaran
* *
rêviyê ku bum ez
tevgerîna gerduna kesnezan
bubune zagonê hestên me
pirsexaneyek bu ji bo min dil
azara wê jî diyariyekî bê hempa
“hebu nebu” di gotin
erê
çirokî bu temenê bihurî
xeyalekî peyitandî
* *
rêviyê ku bum ez
di asoyê pêş min de
çirayekê di nava tariyê de reng di weşand
li paş min jî tariyekî qemerî
ew qirşikên dawî bun
di bin pêlava min de qîr didan
çukan ne dizanîn
ku cara dawiye ji ber min di firin
û ew çiyayê dawî bu
di pêş çavên min re bihurî
gav bi gav biserketina şaxeberzekî bu
liyanekî hunerî
laveyekî oldarî
hewara min
ne ya vîna min bu ku li paş min ma
* *
Rêviyê ku bum ez
hesret
çavlirêya bextewerekî jîndar bun
çavên kiz
bi hêviya belbunê awir di guherîn
lê kesekî ne dizanî
ku ew rê berewjor ve diçe
tenê reya ejnuyên bihêze ew
dostên wê jî dijmin dijminê wê ji dijmin.
Wêkî gur ekî nav ateşkedeyek bu derûnê min
Ne çêdibe ne jî dimre
Rêvingê ku bum ez ???