Kurd û 1 gûlan
Kurd û 1 gûlan
Dema weşanê: Gulan 1, 2014, 2:44 Dîtin: 667

Kurd karkerin, kêm proleter, pir cotkar, li sînoran qaçaxçî, li ewrûpa sosyalcî

Kurd karkerin. Ji berê ve jin kedkarin, pez didoşin, sewal êm didin, alifa ew dadigrin, kadîn û axura ew paqij dikin, zibil didin hev, sergîna û tepika ew çêdikin, gelik caran dema zilam ne li mal be dara ew dişikînin, êzînga ew didin hev, diçin qirşikan û piştiyan ew tînin. Berûya didin hev, guza di hilweşînin, kizwana kom dikin, benîştê kizwana jî ew kom dikin.

Rêvasa, sîrik û gelik pincarên dîtir, wekî guhreşk, siyabo, tolik, tirşok, qîfal, kereng, perpar, şoqil û hîna bi sedan cûreyên pencarê didin hev. Gelik caran li ser milê wan zarokê çend mehî û barê êzinga bi hevre ye.

Zilamê Kurd cotkarin, avedanî dikin, paleyî dikin bi das û tapanê, nêçîrvanin, dewara diçêrin, pez dibin şevîn û çêrê. Kevira dişkînin, dîwara lêdikin, xaniya ava dikin, hewş û bexçeya çêdikin, dara diçênin, dara dixesênin, hespa êm didin, ajovaniya qemyona dikin, bara dibin tênin.

Lê îro?

Îro jî Kurd karkerin. Li sînora qaçaxçîne, kal û gênc û zarok qaçaxçîne, gazolê dibin tênin, ji tirkî çiqolata dibin îranê, ji îranê gazê tînin, parçe navgihîna dibin, eroînê tînin, di rêde mayin pirin, pêlê dikin seqet dimînin, rastî leşkeran tên têne kuştin, ji başûr tayê navgihîna dibin rojhilat, Kurd Karkerin.

Hesp û qantir teyarê wane, rêkên dûr metirsî li pêş wane, eger neçin dê birsî bimînin. Eger biçin dê seqet bimînin.

Kurd Şervanin

Ji hemiyan wêdetir jî Kurd Şervanin. Hejmara şervanan ji ya karkeran derbas dike gelek caran. Kurd Gerîllane, Kurd Pêşmergene.

Kurd karkerin, li bajarên mezin jî penaberin. Rovîka difroşin, savarê difroşin, solan boyax dikin, utiyê dikin, cilan didirun. Texsiya dajonin, paqijiyê dikin, goşfiroşin, cilfiroşin. Lê dîsan her penaberin.

Li Ewrûpa Kurd sosyalcîne, li Siwêdê an nivîskarin an pîzza difroşin, li Elmanya li ber deryê şaredariya li benda pera ne lê wekî dî qaçax kar dikin.

Kurd karkerin. Li Hollanda torbeçîne, li Rusya cilfiroşin.

Kurd Karkerin lê pir kêm proleterin. Ji ber ku ew karxene û febrîqeyên ku dehhezaran karker di nava xwe de rabigrin nînin li Kurdistanê. Kengî karmendan wêriya karxana avakin dê Kurd jî biwêrin bibin proleter.

Ji bo Kurdan roja ku karibin xwe xwedî bikin 1 ê gûlanê ye