Kurd hejarin tu tiştê Kurdan nîne
Kurd hejarin tu tiştê Kurdan nîne
Dema weşanê: Gelawêj 6, 2014, 9:15 Dîtin: 618

Perê Kurdan nînin, Kurd gelekî hejarin. Kurd li hemî welatên Ewrûpa û gelik welatên dîtir yên cîhanê ne xwedî erd, otombîl, mal, dikan û karxanene. Kurd li Ewrûpa ne karmendin. Bi hezaran kes, ne xwedî companya û şirketên kuşkuşe ne. Kurd dema keçekê dixwazin 100 hezar, 50 hezar euro next naxwazin. Kurd dema keçeke wan tê revandin 40 hezar euroyê dî jî naxwazin. Kurd dema dawetaekê dikin bi dehhezaran euro mesref nakin. Kurd bi dehhezaran bi navê penaberiyê paseporta Elman ne girtin û nebûne hemwelatiyê Elman, di karekî de fermî di du karan de qaçax ne şixulîn û pere berhev nekirin. Kurd hejarin. Kurdan li bajarên Tirkiyê hotel venekirine, xwaringehên pihpihe venekirine, nebûne xwedî karxaneyên mezin û bazirganiya navnetewî nakin. Kurd nebûne xwedanê hemî xwaringehên mezin yên Tirkiyê û bajarên Kurdistanê.

Kurd eve 30 sale hersal bi milyaran, hermeh bi milyonan pere nadine PKK, Kurd ku nexwînin jî hermeh pirtûk, muzîk, kovar û weşanên dîtir yên PKK nakirin. Kurd di her festîvalekê de bi milyonan pere naghînine hev, Kurd di dawetande pera nadine heyva sor, Kurd qet arîkariyê nakin dema ku bi navê Rojava an jî bi navê deverekî dîtir wekî erdheja wanê, wekî girtina TV yên Kurdan pera naşînin hesabên benqa.
Kurd Hejarin. Kurd Konserê mezin çênakin, hunermendan bê pere nayênin û pera ji beşdarvanan nagrin. Kurd CD û Pirtûk û gelik tiştên dîtir bi belaşî nayênin û bi pera nafroşin. Kurd ji karmendên Kurdan salane bi milyona dolar pere kom nakin, Kurd arîkariyê ji gund û bajarên Kurdistanê nagrin. Kurd li ser sînorê Başûr, Bakur û Rojhilat gumrikê ji bazirganiya mezin nagrin, Kurd bi milyara dolar pere kom nakin.
Kurd hejarin, birçîne, ji nêza dimrin.
Kurd li başûrê Kurdistan qet pera qezenc nakin. PDK nîne, YNK nîne, Şirîk û xwedanê hikumetekî nîne, Goran nîne. Kurd ne xwedî erdin, ne xwedî petrolin. Kurd rojê bi milyon dolar qezenc nakin. Kurd ne li Silêmaniyê, ne li Hewlêrê, ne li Duhokê otomobîlên 100 hezar dolar qet najonin. Kurd, hotelên bi milyonan dolar lênakin. Kurd companyayên wan yên ku rojê bi milyara dolar qezenc dikin nînin. Kurd tankêrên petrolê rênakin welatên dîtir û li kendavan bêxwedî namînin. Kurd bêperene. Kurd hejarin. Kurd birsîne.
Kurd li Başûr ne xwedî hikumetin, ne nêzîkî dewletbûnê ne, butçeya wan bi xwe nîne. Perê wan nînin. Tu companyayên tirkan yên mezin nînin ku karên 50-100 milyon dolar bigrin. Tu companyayên Tirkan nînin ku karên çêkirina citeyên mezin bi sedan bînayî lê bikin û bi sedmilyonan dolar wergirtin. Kurd bêperene. Kurd ji nêza dimrin.
Kurd ne xwedî artêşin, Bi dehhezaran leşkerê Kurdan nînin. Bi milyonan çekê wan nînin. Xwarin û vexwarina leşkerê wan nînin. Çek nînin, cil nînin, av nîne, nan nîne.

Di nava tu rêxistinan de bi milyonan pere winda nebûn bi milyonan pere nehatine dizîn û bi milyonan pere veşartî nemane. Kurd bê perene

Ji ber vê yekê jî DAÎŞ kete şengalê. 50 hezar mirov reviya, bi hezaran jê di destê daîş dene. Bi sedan jê hatine Kuştin û 500 keç û jin jî li ber bextê hovên DAÎŞin.

Lê tiştekî dî heye ji ber vê hejarî û tenêtiya Kurdan li çiyayê şengalê bi dehan zarok ji birçîbûna û ji têna mirin, dimrin û dê bimrin.

Ji ber van sedemên jorê, ji ber hejariya Kurdan , ji ber tunebûnê Kurd li çiyayê Şengalê kêlî bi kêlî dimrin.

Yê herî dewlemend Neteweyên Yekgirtîye bi firokê 2 caran xwarin avête ji wanre, û li Duhokê jî çekd Kurdên –Milyoner- bi derfetên xwe çend hezar nan û hindek pêdivî gehandine Kurdên nêzîkî duhokê. Wekî dîtir Kurd hejarin, bê perene, bêhêzin, bê artêşin bê derfetin. Mixabin, ji ber vê yekê tu tiştekî mirov ji Kurdan re bêjê nîne. Tu ji kêre tiştekî bêjê wê van tiştê jorê rêz bikê. Tune, nîne ma em çi bikin û çi bêjin. Em naxwe bêjin lanet li dinyayê, lanet li mirovên dîtir yên dinyayê, lanet li hemî partiyên dîtir yên dinyayê, lanet li hemî siyasetên dîtir yên dinyayê, lanet li hemî hikumetên dîtir yên dinyayê, lanet li hemî artêşên dîtir yên dinyayê, lanet li hemî rêxistinên ku navê mirovan pera kom dikin yên dinyayê. Lanet li tevan. Derveyî Kurdan, tiştekî Kurdan nîne. Her –Bijî- Kurd.
Çarenivîsa Kurdên li çiyayê Şengalê êdî tenê Melekî Tawis e.

sengal