Eyda zarokekî Rojava
Eyda zarokekî Rojava
Dema weşanê: Gelawêj 8, 2013, 12:31 Dîtin: 715

EV NE HELBESTEKE

 

Îro eyd bû

Wekî hercar cilê wî nebûn li xwe bike

Cilê wî bixwîn bûn vê carê

Qetiyayî bûn

Şevîdî şûna kêfa eydê çavlirêyê mirinê bû bo îro

Şûna nimêja eydê çûbûne serdana gorên vekirî li kolanan

Devê wan ne dilivî ku duaya bixwînin li ser meytên kom yên zarokan

Ji ber ku mêrkujên wan jî heman dua dixwendin

Dengê mêvanên wan ji dûr ve dihat

-allah û ekber- digotin û berbi deriyê wan ve dihatin

Derve dûxan bû, ne toza govendê dukela topa bû

Xwarina wan nanê tisî bû eydê, lê ew jî bixwîn

Zarokan nedikarin kom bibin vê carê

Ji ber ku şûna pera kêrên tuj

Şûna şekir gule dibarîn biser wan de

Şûna goşt bû birincê laşê hevalê wan qeliyabûn li ber derî

Îro eyd bû

Lê mêvan bê vexwendin dihatin dîsan

Eyda wan pîroz dikirin

-allah û ekber-

Mêrkujên wan eyd pîroz dikirin

Serdana meytê wan dikirin

Li ser goristanên vekirî govend digirtin

Îro eyd bû

Bi nanê tisî

Bi cilên bixwîn

Bi gûleyên bêbext

Bi kêr û şûrên serbir

Bi dengê – allah û ekber- hişyar bûbûn

Dîsan mêvan dihatin mala wan

Mêvanên bê vexwendin

Şûna şekirê eydê gule tanîn ji wan re.

Îro eyd bû

 

Agirî Soran
08.08.2013