Kurdish House Project
Kurdish House Project
Dema weşanê: Gulan 5, 2013, 3:00 Dîtin: 867

House; Şêwazekî muzîkê ye. Di nava tevaya gelên cîhanê de ev şêwazê muzîkê kên an jî zêde tête pêşxistin. Ev muzîk bêhtirî xwe li deverên girtî, wekî dîsco, club an jî warên muzîkê yên dîtir bi taybet ji bo ciwanan tête lêxistin.

Muzîka House li nava Kurdan de piştî salên notî ji aliyê gelek ciwanan ve tenê bi hewildanên xwe yên kesane wekî dengderxistinekê xwe da der. Lê mixabin ev hewildan berdewam nebûn û bi rengê konsept û nexşekî professional kesekî pêş nexist. Kesên ku xwestin tiştinan di vî warî de bikin an bi tenê man, an derfetê wan têrê nekir an jî temenê wan dirêj nebû. Ji ber vê yekê jî mirov dikare bêje ku projeya Kurdish House, an jî Housa Kurdî bi awayekî bisporî hetanî neha derveyî projeyekê nehatiye pêşxistin. Ev proje jî ji aliyê ciwanê Kurd Rênas Mîran ve piştî salên 2000 an bi hewldanekî kesane hate pêşxistin. Ev proje jî ji aliyê Rênas Mîran ve wekî Kurdish House Project hate binavkirin.

Rênas Mîran bi azmuna xwe ya demdirêj ve gelik kar li ser vê projeyê kir û di roja me ya îro de proje gehande astekî bilind. Bi gelik hunermendên Kurd ve kar kir û gelik şêwazekî taybet di warê muzîka House ya Kurdî de pêş xist. Li gel afirandina gelik sitran û projeyên yekane, gelik klib, gelik kurtemuzîk, gelik konseptên cûrbecur pêş xistin.

Di sala 2012 ê de jî karên xwe êdî di bin projeyekî berfireh de wekî albûmekê berhev kir. Albûma yekem an jî projeya herî berfireh ya yekem ya Kurdish House Project bi beşdarbûna gelik hunermendên navdar, wekî Şivan Perwer, Ciwan Haco, Dîno, Xêro Abbas, Hesen Şerîf û gelik hunermendên dîtir gihişte asta xwe ya herî bilind.

Ev karana bi desteka û menajertiya Hêvî Group û KurdFM, di sala 2013 ê de jî bi desteka VÎN Production û KURDMAX bêhtir pêgehihişt.