Gare Sazkar; Şêwazekî taybet di muzîka Kurdî de
Gare Sazkar; Şêwazekî taybet di muzîka Kurdî de
Dema weşanê: Gelawêj 24, 2015, 4:25 Dîtin: 1309

Hunermendê Kurd Gare Sazkar di hevpeyvîna xwe ya li gel rojnamevan Agirî Soran de li ser kar û barên xwe û koma xwe ya Li Dinê hizir û nêrînên xwe derbirîn.

Gara Sazkar di hevpeyvîna xwe de diyar kir ku ew bi xwe ji biçûkatiya xwe ve karê muzîkê dike û li gel koma xwe ku ji wî, Kurê wî Rewan Rêko û nasê wan Samuel Sindî pêk tê beriya bi 6 salan bi rengekî professional dest bi karê muzîkê kirine.
Hunermendê navdar diyar kir ku ewana muzîka klasîk ya Kurdî û muzîka Rap û Pop a cîhanî ya nûjen pevve girêd dane.

Gare Sazkar diyar kir ku ewana dixwazin bi muzîka Kurdî karekî cîhanî pêk bînin û hemî gelên cîhanî guh bidin muzîka wan.

Hunermendê navdar got ku ji xwe hetanî astekê wana pêngavên giring avêtine û li gelik deverên cîhanê muzîka wan tête guhdarîkirin.

Me di sitranekê de çar peyv gihandin cîhanê tevî

Hunermend Gare sazkar di hevpeyvîna xwe de dazanîn ku wiya ji 30 salî bêhtir di şev û şahiyên Kurdewarî de cih girtiye û karê muzîkê kiriye. Lê belê piştî ku kurê wî Rewan Rêko muzîk xwendiye û keftiye nav muzîka nûjen de êdî pêkve dest bi derhênana hunerên nujen yên muzîka cîhanî û ya Kurdî kirine.
Gare Sazkar dibêje ku; Bi sitrana –Were were yarê- me destpê kir û sitran li gelek deverê cîhanê navdar bû. Me dengê Kurdî çar peyv –were were yarê- me gihandin cîhanê. Gelek kes hebûn, gelek carî me şev çêdikirin. Ewrûpî, li Denimark digotin em tê naghêjin ji ber vê yekê me muzîka biyanî jî pêk anî û neha bêhtir Ewrûpî tên.

Gare Sazkar li ser proje û karên xwe yên pêşerojê yên cîhanî jî qala kar û barên xwe û bernameya xwe kir.

Eve jî berferehiya wê hevpeyvînê ye.

 

SITRANA WERE WERE YARÊ