Ji bo Kurdan Felsefe çima pêwiste? `Alî Gurdilî` | Hevpeyvîn
Ji bo Kurdan Felsefe çima pêwiste? `Alî Gurdilî` | Hevpeyvîn
Dema weşanê: Êlûn 10, 2015, 3:45 Dîtin: 945

Mamoste û Felsefevanê Kurd Alî Gurdilî ji bo me behsa felsefê, têgehiştina wê û her wiha pêwîstiya wê kir. Me bi tam û çêja zimanê Kurdî behsa felsefê kir, pirsa pêwîstiya Kurdan ya Felsefê kir. Alî Gurdilî weke mamostayekê behsa xwe û xebatên xwe yên felsefê kir.

Em bi nasîna felsefê destpê bikin. Felsefe çiye? Hûn çawa pênaseya wê dikin?

Danasînek ya Felsefê ya naguhêr be heye. Lê bi kurtî Felsefe lêgerîneke mirovî ye. Lêgerîna, têgihiştina Gerdûnê ye. Wateya jiyanê ye û gelik tiştên bi vî terxî. Felsefe tiştekî mirovî ye. Perçeyekî mirov e. Di Felsefê de pirs hene, lêgerîn heye û gerandina bersiva heye. Lê tiştê giring ji bo Felsefeyê ev rê û rêbazên têne bikaranîn, beriya her tiştî divê rê û rêbazên aqlî bin. Tiştekî ku em bibêjin misoger an ku sedî sed nayê guherîn qet di felsefeyê de tune. Felsefe çawan ku hezkirina zanayiyê be, wisan jî mirov dikare bibêje ku hezkirina zanyariyê ye. Zanyarî jî heye, di felsefê de erdem heye, daxwaza têgihiştina bûyera heye. Pirs û bersiv an ku em bibêjin gerîneke bêraweste di felsefê de. Felsefe tiştekî mirovî ye. Çawa ku di jiyana me de ol û bawerî heye, siyaset heye, exlaq heye felsefe jî bêguman heye û herdem hebûye jî rastî.

Rê û rêbazên felsefê çi ne?

Felsefe ne zanisteke, felsefe ne ilme ji ber vê yekê jî felsefe rahişmendiyeke mirovî ye û aqilane ye. Rê û rêbazên Felsefê herdem aqil bû ye, mantiq bûye, tiştên ku aqil û mantiqê mirov qebûl nake, felsefe jî vê yekê qebûl nake. Helbet ev pirs û pirsiyarên têne kirin, mirov nikare bibêje ku pirs an jî pirsiyarên Felsefî ne. Beriya hertiştî pirsên ku têne kirin divê pirsên çawa bin? Divê pirsên aqilane bin û divê mirov bêje pirsên giştî bin. Pirsên tevgişt bin. Pirsên giştî çawaye? Mînak mirov dikare bibêje –Ez çawan îro dikarim herim malê? An rêya mala min nêzî kîjan kolanê ye? Bêguman ev jî pirseke lê ne pirseke felsefî ye. Pirsên Felsefî beriya hertiştî divê pirseke tevayî be. Felsefe bêhtir bala xwe dide daristanan, bala xwe nade yeko yeko daran. An ku ev dar kîjaye, çawaye, teybetmendiyê wê çawane filan. Felsefe rasterast pirsa xwe dike; dibêje daristan çi ye?. Pirsên felsefî evin, ev pirsin.

Felsefe bi giştî, tevahî civakê eleqeder dike? Rasterast bi mirov ve jî eleqeder nabe? Bi hiş, mêjî, mirov wekî kes?

Belê, gelek pirsên Felsefî di dema xwe de ku hatine kirin û ew lêgerîna wê pirsê, bersiva wê pirsê piştre di civakan de bûne rê û rêçik, bûne xwendigeh. Mînak em bibêjin, pirsa yekemîn ya di Antik Yunan de hatibû kirin wisa kir ku civak berbi vê pirsê ve here û ne filozofek bi dehan heta bi sedan fîlozof, ketine lêgerîna dîtina bersiva vê pirsê, bersiva vê pirsê.  Bi rastî tiştekî gelek ecêbe dibêjin ku Felsefe wekî tiştekî ji civakê cûda ye, cihê ye. Ev têgihiştinek çewte. Cihê ku mirov lê hebin, jiyana mirovî lê hebe helbet felsefe jî li wê derê heye. Ji ber ku mirov dema dixwaze jiyana xwe biguherîne an xwe bighîne hindek bersivan, ne tenê jiyana xwe ya kesî, ya komelî jî biguherîne. Mînak Sokrates dema ku bi helwesta xwe ya ku serî ne tewand, li himberî wê bêqanûniya Antik Yunan, wê demê di nav gel de bû sembolek. Ji ber çi? Ji bo rastiyê wî rabû canê xwe da û qet ji rastiya xwe û ji fikrê xwe jî xwe neda paş. Elbet rexnekirin bû, sûcdarîkirin jî çêbû. Sokrates li himber serî ne tewand ew sûcdarkirina wan ya neheq bû. Dawiya dawî, mirov dibêje ku, mirov dikare bibêje ku têkiliya Felsefê bi civakê re gelek gelek xurte. Nabe ku mirov Felsefê ji temamî jiyana civakê qut bike û felsefê bike tiştekî wisan nedîtbar an emê bêjin tiştekî razber. Felsefe heye, di civakê de dijî, tiştekî berbiçave. Lê elbet sepandinên Felsefê wekî zanistê an weke ol di civakê de zêde nayê dîtin. Ji ber ku xebateke qalî ye. Ji ber wê yekê em zêde bi sepandinên felsefê yên berbiçav bi rastî em nabînin.

Başe sûdên felsefê bo mirov û mirovahiyê çiye?

Gelek sûd û fêda felsefê heye û di pêşketina civakan de jî mirov dikare bibêje ku Felsefe gelek roleke xwe ya mezin heye. Ez yek hevokê tenê dixwazim bibêjim; Eger îro di dema xwe de Felsefe tunebûya, îro ne medeniyet hebû, ne mirovayî hebû, ne pêşketin hebû, ne jî zanist hebû. Ji ber ku Felsefe pêşî li dijî derketineke. Wate her tiştek wisan hazir, amade ji me tê xwestin ku em li himberî wan serî bi tewînin, Felsefe li himber wê yekê serî radike. Qet qebûl nake, pirsên xwe dike û serê xwe radike. Felsefe di desta yekem de em bibêjin ku Felsefe serhildêre, serî na tewîne û pirs bi pirsgirêkên xwe jî tekoşînek bê hempa daye û ev tekoşîn ez bawerim hêjî di civakên hemdem de hê jî ev tekoşîn berdewam dike.

Mirovek çima û ji bo çi felsefê hîn bibe? Dê çi sûda felsefê ji vî re hebe ku di vê serdema me de ev mirov hewl bide da hîn bibe?

Felsefe em bêjin, rêk û rêbaza lêgerîna heqîqetê ye. Heqîqet bê guman ne di bin serweriya tu kesî de ye. Beriya hertiştî mirov divê felsefê ji bo xwe fêr bibe. Felsefe tiştekî vê demê ye. Mirovek ku li wateya jiyana xwe ti car nepirsiye, lê ne geriyaye bêguman dê tênegihê wateya Gerdunê, wateya jiyana komelî, wateya jiyana exlaqî, wateya erdemê, wateya jiyanek bi hevre, daxwaza jiyaneke wekhev. Felsefe meraq e. Taybetmendiya mirov ya herî berbi çav; ew meraq û hesta şaşwaziyê ye. Em hem meraq dikin, şaş dibin, ecêbmayî dibînin û dawiya dawî em pirsê xwe dikin. Em dibêjin – Ev çiye?.- Eger ev lêgerîn, ev daxwaza dîtinê, daxwaza lêgerînê tunebûya, pêşketin qet çênedibû. Mirov ez ne bawerim ku bighişta wateya xwe ya neha, wateya xwe ya îroyîn. Mînak, gelek mirov dibêjin exlaq? Dema em bibêjin exlaq, exlaqa olî, ya civakî, ya takekesî, ya eksestansiyalîst û gelek cureyên exlaqê hene. Elbet divê mirov wateya wan bizanibe û bixwaze wan fêr bibe. Em bibêjin Felsefeya Rojava ye. Dixwaze ku Felsefeyê hînî insanên xwe bike. Neha li gelik navendên Ewrûpayê navendên Felsefê têne avakirin. Felsefe çi fêrî wan dike? Felsefe ji wan re dibêje ku; Hun çawan dikarin ji fikrên xwe yên çewt, an ku fikrên weyî rê li pêşya we digrin, wan fikrên we yên kevneşopî, kevneperest an hişkbawer, hun çawan dikarin xwe ji wan rizgar bikin?. Felsefe di vê yekê de jî arîkariya mirovan dike. Di felsefê de ji ber ku Îdeolojî tune, ji ber ku dogmatizm tune. Felsefe fikir û nêrîna mirovan berfireh dike, wan dighêjîne wê çand û nêrîna gerdûnî ya mirovî. Rastî jî em gelek dibêjin niha gelek pêwistiya me bi Felsefê heye û bi taybetî jî ji bo Kurdan. Ji ber ku valayiyek bê ser û bê ber di çanda me de heye.

Kurd çima divê Felsefê hîn bibin? Kurd parçebûyî ne, Kurd bindestin, Kurd di bin destê dagirkera de ne. Di wateyekê de, di wateya tekoşîna netewî û siyasî de her çend di nava tekoşînê de jî bin ne yekbûyîne. Îro ji bo Kurdekî em çawan dikarin bêjin –Were Felsefê hîn bibe- vê pirsê ji me bike; Ji bo çi ez Felsefê hîn bibin?- di nav evqas alozî de Felsefe dê çi bide min? Eger vê pirsê bike em dê çi bersivê bidin?

Birastî pirsekî gelek balkêşe. Pêdiviya me Kurdan herî zêde çima bi Felsefê heye? Felsefe dogmatizmê red dike, hişkebaweriyê red dike. Rê û rêbazên fikir nîşan dide. Vê gavê herî zêde jî pêdiviya me Kurda ji bo vê yekê bi felsefê heye. Mînak îro pirsgirêka me ya herî mezin yekîtiye, yekîtiya navxweyî tune. Ji ber çi tune? Ji ber ku ez dibêjim azadiya fikrî tûne. Azadiya ramanî tune. Di civakekê de tu kes nikare ramanê xwe, dibe ku ev raman cihêbin, cûdabin an jî dibe ji ber tirsekê nikaribe xwe bibêje, xwe bîne ziman, ne pêkane ku ew civak pêş bikeve an bikaribe xwe nû bike, an bikaribe pirsgirêkên xwe çareser bike. Eger em bikaribin îro pirsgirêkên Kurdan yên navxweyî, yên nijadî, pirsgirêkên netewî, pirsgirêkên rêxistinan, pirsgirêkên partiyên siyasî yên navxweyî û yên ku li himberî hev nîşan didin, em nikaribin wan bi rehetî û azadî bi peyivin wê demê em nikarin çareseriyekê jî peyda bikin di vê rewşa kaotîk û aloz de. Eger ku Kurd felsefê bixwînin, eger me xwendiba, beriya hertiştî emî bûbane Kurd. Pirî caran min gotiye; Kurd dibine hertişt, em dikarin bibin hertişt, lê tiştê herî dijwar, belkî sed sale jî dîsan eve XWEBÛN e. Yanî em Kurd nikarin bibin wekî xwe. Ev rewşek gelekî dijware. Felsefe di vê yekê de birastî dikare, gelek gelek arîkariya me bike. Tolerans çiye?  xweşdîtin çiye? Çawa em dikarin li himberî hev bi rêzdarî têv bigerin? Çawa em dikarin li hev guhdar bikin? Çawa em dikarin wek hev ne fikirin jî, em çawan dikarin yekîtiya xwe pêk bînin? Gelek rê û rêbazên bi kêrî me werin di Felsefê de hene birastî. Jiyana Fîlozofan heye, rê û rêbazên wan hene. Dîroka rojavayê heye. Em dikarin gelek ji wan tiştan sûd wergirin. Lê mixabin ev dogmatizmek, li temamiya rojhilata navîn, wek berê jî naha serwere. Em bixwazin nexwazin ev dogmatizma, hişkebaweriya ku serwere, desthilatdare li erdnîgeriya Rojhilata Navîn, mixabin Kurdan jî digre nav xwe û rê nade Kurd bi awayekî xweser, bi awayekî wekî Kurd bi fikirin. Em dikarin bêjin ku Felsefe ji erdnîgeriya Kurdan li cîhanê belav bûye. Mezopotamya yekem car axa medeniyetê ye, warê zanistê ye yekem car li wir derketiye holê. Fikra dualîtî, ramana dualîtî yekem car, bav û bapîrên me dîtine û bi xêra bav û bapîrên me li cîhanê belav bûye. Medeniyeteke bi vî awayî, medeniyeteka zengîn, dewlemend çawa hatiye vî halî? Çawa em ketine vê feqîriyê? Bi rastî tiştekî gelek gelek ecêbe. Ez pirê caran bi vê yekê wisan diêşim û li ser xwe diwestînim û li ser dihizirim; gelo çawa em dikarin vê yekê çareser bikin? Neha ez gelek tiştan dikarim bibêjim. Kêm zêde bîr û raya Kurdî panzdeh û bîst sale min nas dike.  Beriya hertiştî em Kurd divê li himberî hev, ji bo fikrê xwe, ji bo fikrên cihêreng em bi rêzdarî, bi rêzgirî tevbigerin. Divê em xwedî tolerans bin. Ez ne wekî te bifikirim jî divê ez te guhdar bikim. Dibe ku ez ji fikrê te, fikrê cihê jî gelek tiştan fêr bibim. Neha gelek caran di civaka me de hişkebawerî wisan desthilatdara em dibêjin; tu ne wek min bifikirî tu ne ji minî, heta tu dijminî. Ev çanda dijminatiyê mixabin mala me xirab kiriye. Ev çanda dijminatiyê gelek xirabe, divê em ji vê çanda dijminatiyê zû xwe rizgar bikin.

Di wateyekê de wekî ku hun dibêjin; felsefe ne ku tiştekî wisane xisarê bide me, an em jê bitirsin an em jê birevin an ku divê em bizanibin, hîn bibin, fêr bibin, xwe pêş bibin da ku em karibin Kurdewariya xwe jî bihêz bikin….

Belê hema wisaye. Bi rastî jî ew gelek tiştên çewt ji bo Felsefê têne gotin. Tu têkiliya Felsefê bi wan baweriyên çewt re tune. Felsefe alîkariya gelek tiştan jî dike. Felsefe mînak wekî dijberê ol, dijberê dîn nîşan didin ev gelek çewtiyeke mezine. Felsefe tenê dixwaze ku bingeha hemî baweriyan, hemî ramanan bi awayekî aqlî şirove bike. Wan têbighêje, gelo ev pêkane an ne pêkane. Tiştekî wisan tune di gelek meseleyan felsefe dikare arîkariya me bike. Ew tolerans, ew xweşdîtin, ew çanda pêdiviya me pê heye ancex bi rêya felsefê tu karibe di çanda me de pêk were û pêş bikeve. Ez dibêjim aniha jî, ji çekan, ji topan, ji hêza çekdarî, jê hêza artêşê zêdetir pêdiviya me bi vê nêrînê heye. Ev nêrîna xweşdîtinê, toleransê, rê rêbazên aqlî ji civaka me re divên û divê em vê yekê pêk bînin. Eger ev yek pêk bihata bi rastî neha dibe ku rewşa me a kaotîk ne evbûya.