Bibûre dilê min, bibûre Serhildan | hevalê te Agirî
Bibûre dilê min, bibûre Serhildan | hevalê te Agirî
Dema weşanê: Rezber 20, 2014, 10:42 Dîtin: 906

Bibûre dilê min, bibûre. Dizanim nivîs valaye. Dizanim ew rondikên neha di gewriya min de fetisî valane. Dizanim ev nefesa bi zorê digrim valaye. Dizanim bibîranîna te valaye. Dizanim li wêneyên te, zarokên te, hevsera te temaşekirin valaye. Dizanim. Ji ber hemî valaye. Piştî tu çûyî. Piştî ku nînî. Çi bikim. Hemî jî wekî valatiya asîman wekî ji sitêrkên banî bikevim xwarê, korim, kerrim, lalim.

 

Hetanî dihunê li gel hevsera te axifîbûm. Da Kurdistan aram bibe, hun jî bêne ewrûpa. Tu jî êdî wekî mirovekî asayî bikaribe bijî.

Di temenê zaroktî de ji deşt û beriyên Mêrdînê ji bo ar û namûsê, ji bo erz û rewiştê te berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Ji bo hema dilê te rehet bê. Ji bo hema kulê dilê dayik û bavê te aram bibe. Ji bo tu ala namûsê li ser şanê xwe bike.

Piştî dehan sal têrê nekir Gerîlla bûyî bûyî Pêşmerge. Tu buyî behdînî li ber keviyê bendava Musilê, bûyî soran li ber keviyên Mexmûr, bûyî Êzdî li bin quntara çiyayê Şengalê. Tu ne revî, Tu ne kişiyayî, Tu ne ketî, Tu dûr ne rawestiyayî.

Dema hevsera te qolincê candanê dikişandin te li ber keviyê bajarê Şengalê her qolinca bûyîna zaroka xwe dikire gûle û li ser sînga hovan diçikand.

Te ne dixwest kesek te binase. Te  qala xwe ne dikir. Tenê te digot –Agirî , ma îro nekim ez dê kengî bikim. Neha dema şere-.

Dilê min.
Dema Armîna te ya çend mehî mezin dibû te zarokên Şengalê diparestin. Dema hevsera te bi zaroka te ya dî ducan bû tu bûyî şehîd ji bo zarokên Kurd yên li ber bûyînêne.

-Serhildan ka ma tu nayê Ewrûpa?

-Di vê rewşê de ez dê çawa bêm?, ez dê çawan hevalên xwe li sengerê şer bihêlim û bêm? Eger Kurdistan carê aram bû wê demê ez jî dikarim li ser vê yekê bihizirim.

Axaftina me ya talî eve bû.

 

Bibûre dilê min. Xwezga bûbame mertal li pêş cendekê te yê pîroz, xwezga bûbame pola li ber dilê te yê ji pola, xwezga bûbame bend, bûbame dîwar li pêş te û hevalên te yên giyanpîroz.

Bibûre dilê min. Çi bêjim, çi bikim, valaye êdî.
Çûyîna te ya îro agir bi mal, jin û zarokên me xist. Bibûre dilê min.
Ji ber me, parçeyên te, parçeyên derûnê te tu winda kir.
Lê bila eve jî soza namûsê, soza –Hevaltiyê- bê ez dê tola te wergirim, te şûnve neyênê jî ez dê tola te ji wan hovan wergirim.

Bibûre Serhildan bê te nefesê digrim, her çend tawan jî be bibûre.

 

 

FACEBOOKA SERHILDAN HEMÎ QEHREMANIIYÊN WÎ YÊN ŞERÊ VÊ TALIYÊ

serhildan5 serhildan6 serhildan7 serhildan8 serhildan9 serhildan10 serhildan11 serhildan12 serhildan13 serhildan14 serhildan15 serhildan16 serhildan17 serhildan18 serhildan19 serhildan20 serhildan21 serhildan22 serhildan23 serhildan24 serhildan25 serhildan26 serhildan27 serhildan28 serhildan29 serhildan30 serhildan31 serhildan32serhildan33 serhildan34