Hun bixêr hatine malpera min ya Agirî Soran.
Di vî rûpelî de, hun dê karibin pexşan û gotarên min bixwînin. Bêguman eve temeneke di derbarê jîyan, cîhan û mirovî de dinivîsim. Ya rastî ez çi binivîsim jî, di derbarê xwe de dinivîsim, an jî xwe dinivîsim.
Ji bo min, mirin û jiyan, sextî û zehmetîyên jîyanê, alozî û aramî, xweşî û nexweşî, rewşên asayî ne. Tenê mirov dişê bi huner û hêza xwe a kirînê, jiyanê bi kelecanî û awarte bijî.
Bo wê yekê, derveyî aliyê jiyanê yê kelecanîyê tu rewşeke wê ya awarte tune. Ez tenê hez dikim vê kelecanîyê bi zimanê xwe, zimanê Kurdî derbibirim. Bawerim xwendekarên çîrok û serpêhatiyên min, dê karibin demeke xweş bibihurînin. Jîyan bi xweşiya dil xweşe...
Nîsan 11, 2020
Mirov, ji darezandina mirovên dîtir re zîrekin. Çendîn qelsî û kêm û bêkêrîyên mirovî hebin jî, dikare pir hesanî başî û jîrbûn û azabûna mirovên dîtir rexne bike û bi vî rengî qelsbûna xwe hindik jî be di warê derûnî de veş&ec berdewam
Adar 8, 2020
Ew dema, komên mirovan di jêr helmet û heybeta bombeyên sedkîloyî de parçe dibûn, xanîyên wan yên bilind bi ser wan de di hilweşîyan, bi hezaran, sedhezaran, bi milyonan mirov, ji gelek welatên Ewrûpa diçûne mirinê, gelek jê jî dîl diketin, gelek jê ji hêz diketin, heftê û berdewam
Adar 3, 2020
Geha kevîya avê. Firehîya avê bi qasî du gavan bû. Bixwe bawer bû, bi xwehilavêtinê derbazî alîyê dîtir bibe. Wê kêlîyê qet ne hizirîbû, bûyereka derveyî hizrê wî rû bide. Ji xwe hizra giranîya keleşkofa bi milê xwe ve û kulavpiştê ser pişta xwe qet ne berdewam
Adar 1, 2020
Piranî caran berîya binivîsim, dihizirim, di nivîsandina hindek tiştan de dudilim. Ji ber dizanim dilê te nazike. Naxwezim dilê te biêşînim. An jî, kêlîya te di nava xemgînîyê de bi fetisînim. Tê bîra min, dema berîya & berdewam