Jînenigarî ya Agirî Soran
Agirî Soran Kurdekî têkoşere. Jîyan û temenê xwe bi kar, ked û têkoşîna Kurdewarî bihurandîye.
Xwedanê gelek kar û projeyên Kurdewarî ye.
Çend karên wî wehan mirov dikare rêz bike.
-Malpera Gelavêj paşê Rewanbej deh salan weşand.
-KurdFM radyoya Kurdî wekî patent tomar kir û deh salan weşand.
-Karên weki Kovara Dîwar, Piştgiriya projeyên nivîskar û hunermendan û hina gelek karên dîtir birêve birin.
Rêveberê gelek kar û projeyên dîtir yên Kurdewarî ye.
Rojnamevane û di heman demê de di gelek kovar û malperan de Gotaran dinivîse.
Li Elmanya nêzîkî bajarê Frankfurtê dijî û bi dehan çîrok, nivîs û helbestên xwe berhev dike.