Zana yên Kurd û Zana tî
Zana yên Kurd û Zana tî
Dema weşanê: Êlûn 9, 2017, 9:36 Dîtin: 816

Rojeva me bi şer, pevçûn, lêdan, dijberî û dijmindariyê ve tijî ye. Ji ber vê yekê em dikarin zû ji xwezayê, ji jiyanê, ji mirovan, ji rewşa asayî ya mirovan dur bikevin û dur bijîn. Em Kurd, salên dirêjin di rewşeka awartede ne. Wekî gelên dîtir, wekî mirovên dîtir ew derfetê me nîne em tenê li ser "Mirovbûnê", li ser "Derûnê mirov", li ser rastiya erdê û jiyanê bihizirin, kur bibin, vekolin, him bi xwe fêr bibin, him bidin fêrkirin.

Di rastiyê de nijad, netew, kom, malbat, êl û eşîr ji pergalên birêveçûna jiyanê û ciwaniya jiyanê wêdetir ne tiştekin.  Tu karekî wan yê dîtir tune. Nasname, li gel zengînbûna mirovan, civak û civatan ne tiştekî dîtire. Di bingeh de mirov tev xizmêt hevin. Kok û binemaya zîndariyê yeke. Herçend tuxmê mirovan wekî Homo Sapiens û Neandertal jihev hatibe cûdakirin jî, cewaziyeka wekî mirovên ji asmana hatî û yên li erdê tune.

Lêbelê diviya mirov bibin kom, li himber sextî û dijwariya xwezayê diviya xwe berdewam bidin jiyankirin û xwe biparêzin. Ji bo vê yekê kombûn pêwist bû. Li gel komên destpêkê, hevkarî û hevgirtina destpêkê, eve di nava demê de mezin bû. Kom; bûne dayik, bûne bavik paşê bûne malbat, ji malbatan bûne eşîr, bûne mîrekî, paşê jî bûne dewlet û neha jî li jêr pergala dewletan de her nijad aleya xwe liba dike û xwe li ser nijadên dî dixwaze zal bike.

Rewşa Kurdan ji van nijad û netewên bûyî dewlet şûnvetire. Hîna pileyek kême ji bo gihiştina asta mirovên dîtir. Ji ber vê yekê ye rojeva Kurdan derveyî jiyan û mirovbûna asayî bi hertiştekî ve mijûle.

Sipartekeke bazirganî tune da ku karmendên Kurd wekî bazirganên cîhanî karibin tevbigerin û mêjiyê xwe li ser kar û nexşên mezin biwestînin. Dibistan tunene da karibin zanebûnê, zanyarîyê bi hesanî veguhezîne zarokan, zarok veguhezînin zarokên xwe û ev têgihiştina jiyan û cîhanê derbasî nifşên peyre bibe. Di hemî beşên jiyanê de ev "Tune" bûn desthilate û ji bo vê yekê jî şûna Kurd li ser binemaya mirovatiyê, hîm û bingehê derçûna mêjî û hizir kur bibin û têbighêjin, hertim bi arîşe, zilm, zordarî, an jî kiriyarên hevve mijûlin.   Ji ber vê yekê ye zana û kesên xwe di asta zanayan de dibînin dikin û nakin nikarin weznekê di navbeyna pêdiviya netewî-nasnameyî û mirovbûnê de pêk bînin.

Mirovekî Kurd, xwe bighîne asta herî bilind ya zanabûnê, di derûn û hizrê xwe de bighêje pileya herî jor ya aramî, azadî û bexteweriyê jî, bi hemî ra û hîmê hizirkirina xwe ve dijî nasname, netew, pergal, malbat, dewletê be jî divê xwe bi rayê xwe yê Kurdbûnê ve bigre û beriya hertiştekî Kurdbûna xwe têbighêje, nirxê nasnameya xwe bizane û ji bo wê nasnameya xwe bi awayekî têbikoşe. Ji ber her dar li ser qurmê xwe şîn tê, her giha li ser axa xwe şîn tê, her fêkî tovê wê axê ye yê ku dar lê şîn hatî. Devereke dara guzê lê şîn neyê hun nikarin bi zorê biçînin. Li erdeke ku pembû lê aj nede hun nikarin pembû lê biçînin. Mirovên zana jî her çend ji hemî azmûna dinyayê tiştinan werbigrin jî beriya hertiştî ji kevneşopa xwe, ji koka xwe, ji hîmê civaka xwe şîn tên, têdighêjin û pêdighêjin.


Ji ber ew wezna navbera hizra nijad-netewî û mirovbûnê di nava Kurdan de têk çûye arîşeya herî mezin ewe, dema Kurdayetî tê kirinê, asta zanebûn, azmûna dîrokî, azmûna dinyayî winda dibe. Zane pirin, pir diaxifin, pir dinivîsin, pir qîr dikin û rexne dikin, lê asta têgihiştinê, asta bilind ya rîsipîbûnê, asta mamostetiya civakê, asta rêpêşandana bilind, asta rêberiyê daketiye jêr.

Zana il himber dijminan nezanin lê belê dijî civakê, dijî kesên nava civakê, dijî beşên dîtir yên civakê, dijî tevger, rayedar, têkoşer, siyasetvan an jî çalekvanên nava civakê wekî endam an ku milîtanên siyasî tevdigerin. Asta xwe bi vî rengî dadixin pileyên herî jêrê.

Zanebûn, hizir, felsefe, gotinên rast, çareyên rast hetanî neyên pêkanîn, bi rengekî bandora wan di nava civak û mirovan de neyê dîtin tu nirxê xwe tune. Bi nivîsîna pir pirtukan, bi qîr û wîran, bi helhel û welwelan ve, an jî bi derbirîna zanebûnê, bi hertim bilêvkirina felsefê an jî zanebûna teorîk ve mirov nabe zana. Bi gilî û gazinan, bi rexne û devavêtin û şiroveyên teng û yekalî ve tu kes nikare bibe rêberek ji civakê re û tu kes nikare bighêje asta navîn ya zanatîyê.

Di civaka hindistanê de ji ber felsefeya jiyanê, hewldana têgihiştina jiyanê, gelek mirovên zana û ji siyasetmedaran gelek hêjatir rîsipî derketine, pêşengî û rêberiya hizrî, rewiştî û derûnî ya mirovan dikin. Ger derfet çêbû li ser rîsipîyên Hindû, an ku bi zimanê hindî "Guru" yan ez dê gotarekê binivîsim.

Bêguman asta mirovan çend zanibin bila bizanin ew bixwe diyar dikin. An dê xwe bikin duvik, an dê xwe bikin berdevk, an dê xwe bikin parêzer, an dê xwe bikin karmend, an dê xwe bikin milîtanên kesan, hêzan û koman.

Zana tî, rîsipîtî, asta bilind ya mamostetiyê ji ber hizra "biçûkbûna bêalîtîyê" ji xwe dur digrin. Di rastiyê de azadî, derûnê aram, mêjiyê bextewer, mêjiyê xwedan hemî çareyên di nava xwe de, ji bêalîtîiyê jî wêdetire. Ji partiyan, ji hêzan, ji kesan, ji girêdanan, ji olan gelek bilindtire. Ol di bin sîbera zanayan de dimînin. Bîrdozî an ku îdeolojî li jêr asta zanayan de ne. Kes û tevgerên siyasî li jêr zanayan de ne. Di bin sî û sîbera wan de ne. Mînakên vê yekê ne tenê di dîrokê de lê belê di roja me ya îroyîn de jî hene. Mirovên di derûnê xwe de, di mêjî û hişê xwe de gihştibe asta bilind ya pêşketinê,asta jor ya azadiyê û asta aramiyê, hertim bûne rêberê serokan, bûne rêberê dewletan, bûne rêberê baweriyan, rêberê civakan.

Gelo kesên xwe zana dibînin yên Kurd, heya wan ji wê yekê tune dema di asteka biçûk de xwe dikin alilyek ji yê civakê û bêyî pêşbîniyeka rastteqîn bidin civakê, wekî karkerê alîyekî dijîn, asta xwe dadixin?

Zana bûn, têgihiştin, derûnê bilind, mêjiyê çareserê hertiştî;  dê tekoşîna Kurdan, ya Kurdbûnê, azadbûna Kurdan, azadbûna welatê Kurdan, azadbûna derûnê mirovên Kurd, avakirina jiyaneka asta bilind di nava civaka Kurd de, dê hesantir pêk bîne.

Ji Kurdan re beriya hertiştî Zana pêwistin, da rêber û têkoşer û serkirdeyên Kurd karibin berê xwe bidin wan û rêka xwe bibînin, nek bi şev bi roj qenciyên hevdû pîroz bikin û rêka hesan, rêka revê bo xwe hilbijêrin.

Divê mirov baweriya xwe bi hêza mirovî bi xwe bîne, divê mirov hemî yasayên xwezayê berbiçav bike û kiryarên xwe, kiryarên mirovên dîtir, jihev derxîne û wateyê wan bizane. Divê mirov derûnê xwe ji nav pênceyên mêjiyên teng û têkçûyî derxîne. Divê mirov aramiya xwe di mezinbûn û temenê gerdûnê de, azadiya xwe di êminiya xwe ya bi mêjiyê xwe, bi jiyana xwe, bi kiriyarên xwe û bandora wan li ser civakê de bibîne.