Şiroveya Kombûna Kolnê
Şiroveya Kombûna Kolnê
Dema weşanê: Gelawêj 27, 2017, 1:31 Dîtin: 780

Dihunê li bajarê Elmanya Kolnê bi hezaran Kurd civiyan û bi navê "Festîval" ê piştgiriya xwe ji bo Referandûma Serxwebûna Kurdistanê rave kirin.

Kombûna ewqas mirov,( li gorî dîtina min nêzîkî 10-12 hezar mirov kombûbûn.) cihê şanaziyê bû. Kurdên çar parçeyên Kurdistanê, ji çardorên ewrûpa hatibûn û bêyî xwe di bin bandora cîranê xwe, mirovên xwe an jî hevalên xwe de hîs bikin hatibûn. Bi hatina xwe dilxwaziya xwe ji bo Kurdistaneka azad derbirîn.  Ji kîjan partiya Kurdan dibe bila bibe, di dilê her Kurdekî de welatekî azad yê Kurdan heye. Xwesteka azadiya Kurdistanê, welatekî serbixwe hertim dibêjim, ser bi siyaset, stratejî, taktîk an jî tevgerên partiyên Kurdan re ye. Tu partî jî tenê bi xwesteka xwe ne dikare Kurdistanê rizgar bike, ne jî dikare pêşî li Kurdistaneka azad bigre. Hertişt bi xwesteka gel ve girêdayî ye.


Kombûna dihunê bi gelek aliyan ve mirov dikare şirove bike û wekî neynikekê, mirov dikare rewşa Kurdan bi berfirehî zelal bike. Lê em dirêj nakin tenê sernivîs an jî gotinên sereke da ku herkes yekser têbighêje dikarim rêz bikim. 

Dema ev çalekîyana di dema pêkhatinê de rûdidin,  mirov dikare hetanî bi serî, hetanî bi biryara wêya jî bizane bê bi çi armanc û çi rengî hatiye girtin, bi çi awayî hatiye birêkxistin. Ji ber ku pêkhatina wê çalekiyê, encama hemî tiştî dîyar dike.

Di serî de Hikumeta Herêma Kurdistanê an jî dem û dezgehên wêya yên bi van karan re rabûyî van rûdan an ku çalekiyana ji dil nagrine dest. Armanc û niyeta wan çiye nizanim lê belê dihunê jî giringî pê nedabûn.

Çima?

  • Eger giringî pê dabane , li gorî dibêjin beriya 5 mehan dest bi amadekariyê kiribûn, diviya li her deverê cîhanî, bi kêmayî her deverê Ewrûpa reklam û vegotin û belavkirineka berfireh behata kirin.
  • Eger giringî pê dabane pêwistî bi Sponsoriya Korek ne dikir, her kesê beşdarî  Kombûnê bûyî dê bilêta xwe kirîbane û mesrefa rêkxistinê bi zêdeyî dê bihata derxistin. Li gel vê yekê pêşangeh, an jî firoşgehên biçûk di nava cihê kombûnê de dê bihata firotin û zêdeyî mesrefê jî sûd behata wergirtin. Lê belê hemî xwaringeh û qehwexane û deverên dîtir yên vexwarinê yên Elmana, dihunê sûda xwe ya salê di rojekê de bidest xistin. 
  • Eger giringî pê dabane, dê giranî dabane kişandina Kurdên Bakur, Kurdên Devera Silêmaniyê, Kurdên Rojhilat û bêgûman Kurdên Başûr. Heya gelek Kurdên nava Kolnê yên Başûr jî,  ji vê çalekiyê tunebû.
  • Eger giringî pê dabane,  dê bi rengekî fermî bang li hemî hunermendên Kurd kiribane, alîgirên PKK dibin an yên partiyên dîtir dibin, bêyî ku cewazî têxin navbera wan, qet nebê ew vexwendibana,  ne ku sitranbêj di pey rêkxiran de geriyabane.
  • Eger giringî pê dabane,  dê wezîrekî hikumetê, rayedarekî hikumetê behata û peyama Serokê Herêma Kurdistanê li wira xwendibana.
  • Eger giringî pê dabane,  dê hemî rojname û medyaya Elmanî û gelekên cîhanî hatibane vexwendin. Di serî de ji bo diyarkirina dilxwaziyê medya Kurdî, hetanî bi malperên Kurdî, kovarên Kurdî, rojnamevanên Kurd bihatana vexwendin. Ne ku tenê kamerayên Rûdawê, dikê dorpêç bikin û hejmara karmendên wan ji mêvana bêhtir bin.
  • Eger giringî pê dabane,  Beriya hertiştî diviya ji çend partiyên Kurdistanê yên dîtir beşdar hebûna, dê bang li PKK bihata kirin, li HDP bihata kirin, dihatin ne dihatin ew tiştekî dîtire, lê diviya beşdarbûna wan bihata xwestin.
  • Eger giringî pê dabane,  ji partiyên Rojhilat, ji Partiyên Rojava diviya beşdar hebana. Bang li PYD bihata kirin. 
  • Eger giringî pê dabane,  ji rêxistinên sivîl, ji kesên navdar yên cîhanî, ji hunermendên cîhanî daxwaza peyamê bihata kirin û peyamên wan bihata wergirtin.

Û hîna gelek xalên dîtir yên nayêne bîra min an jî naxwazim dirêj bikim mirov dikare rêz bike.

Ez qala birêkxistinê nakim. Rasterast qala jidilbûna biryardarên vê çalekiyê dikim. Ji xwe şaşîtiya herî balkêş ew bû ku navê vê çalekîyê wekî "Festîval" hatibû danîn. Eve ne festîval bû. Festîval tiştekî gelek cûdaye. Eve mîtîng an ku kombûneka girseyî  bû.

Li gorî serxwebûn daxwaza her Kurdekî ye, li gorî serxwebûn û welatekî azad xeyala her Kurdekî ye ev kombûn jî ji bo her Kurdekî bû. Diviya ne 10 hezar lê belê 200 hezar kes kombûbane. Ya rastî eger 5 hezarî dî zêde bihatane organîze û birêkxistin dê têk çûbane, di nav vî karî de Kurd diba ku şermezar jî bibin. Ya baş ew bû hejmar ne pir bû.

Lê diviya 200 hezarî bêhtir Kurd li hev kombûbane.

Li gorî derbirînên rayedarên Hikumeta Başûrê Kurdistanê ev birêkxistin tiştekî gelek mezin bûye. Lê belê ji wan biraderan re dixwazim bibêjim  " Hun qetekî biçûk ji yê Kurdistanê dixwazin serbixwe bikin, lê ji bo vê yekê pêwistiya we bi piştevaniya hemî Kurdan heye. Ji ber hun qala hestên hemî Kurdan dikin. Wê çaxê piçekî dî mezin, piçekî dî fireh bihizirin."

Birêz Sîrwan Barzanî di rûpelê xwe yê Facebookê de weha nivîsîye, dixwazim bo we rave bikim;

Bi şanazî Kompanya Korek Telecom yek ji Sponsorên festîvala bajarê Koln a Elmanyayê ye ku ji aliyê Kurd û Kurdistaniyên li derveyî welat hatiye lidar xistin û çend kesayetî û hunermendên mezin yên Kurdistan jî têde beşdarin. Ev festîval yekemîn û mezintirîn festîvala Kurdên derveyî  welate û dê bi hêz, hêvî û vîneke mezin, bê ferq û bi yekdengî kurdên her çar beşên Kurdistanê piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bikin û çarçoveya şahî, stran, govendê de bi dengekî bilind bi slogana erê ji bo referandûmê, erê ji bo serxwebûna Kurdistanê dê biqîrin.

Wekî rojnamevanekî kurd yê serbixwe û wekî dilsozekî doza Kurdî eger min ev xalên giring yên vê birêkxistinê dîtibin,  êdî kesên diviya beşdar bibin lê beşdar nebûn, hun bizanin bê çima beşdar nebûne. Ne Sponsoriya Korek Telecomê, ne reklamên li holê, ne zêdebûna koma Rûdawê qet û qet jî ne xema wan beşdarên dilxwazê serxwebûna Kurdistanê bû. Tu car jî dê ne xema wan dilxwazên ku di mala xwe de mayî û beşdar nebûyî be.

Evana xalên balkêşin. Ji aliyê dîtir ve jî, çi dibe bila bibe, bêyî ku mirov li hizrên siyasî asê bimîne, bêyî mirov li PDK, PKK, YNK û partiyên dîtir asê bimînê ev hewldana ji bo Kurdistanê û Kurdayetiyê diviya ji aliyê hemî Kurdên Bakur ve jî bihata pejirandin û piştgiriya xwe rave kiribane. Mixabin piştgirî gelek kêm bû. Ne ji aliyê alîgir û piştgirên PKK ne jî yên derveyî PKK û partiyên dîtir.

Welatekî azad ji bo Kurdan çawan bi tu rengî ne di bin nîra tu partî û tevgerekê de ye, di heman demê de partî û tevgereke herî herî biçûk jî be, eger ji bo vê rêkê tiştekî pir biçûk jî bike, pîroze û divê piştgiriya Kurdan wergire.