Serê sibeyekê li Elmanya
Serê sibeyekê li Elmanya
Dema weşanê: Pûşper 14, 2015, 10:55 Dîtin: 732

Kurteçîroka min ya van 3 mehên dawî!

Eve 3 mehe ji ber nebûna min gelik karên me an qels man an jî birêve neçûn. Karên wekî Rewanbej​ , wekî Kurdfm Radyoya Kurdî û gelik karên dîtir yên Kurdewarî ku di bin sîbera Hêvî Group​ de dimeşin. Bo vê yekê jî gelik email bê bersiv mane gelik peyam û silav bê bersiv mane. Ji bo vê yekê lêbûrîna xwe dixwazim. Bi taybet jî ji nivîskarên Rewanbêj û bi hezara daxwaziyên di radyoya KurdFM de.

Sedemên vê yekê jî weha dikarim derbibirim.

Ji ber hindek karên min yên bazirganî û hewldana min ku min xwest ez biçim Kurdistanê, biçim gundê xwe, biçim bajarê xwe bi biyanoya -Tu yê ji Elmanya bireve- 21 ê Nîsanê nezîkî 20 tîmên taybet bi çekan ve serê sibê êrîşî mala min kirin. Ji xwe dema ku girtinek çêbû gelik mirov yekser dihizirin ku kesê hatî girtî tawanekî giran kiriye. Lê li Elmanya pêwist nake tawanekî giran bike. Ji ber ku hertişt dikare bibe sedema girtinê.

Ji nişkê ve min xwe di nava filmên Hollywood ê de dît. Ew demeke dirêj bû ji şer û çekan dûrbûm. Bo vê yekê yekser têgihiştim ku eve Showeke baş birêkxistiye. Kêmasiya min ew bû ku kamerayeke min berdest nebû da tomar bikim, da ku dema pêş bikme film.

Bêgûman ez ne şervan û çekdarim. Rojek berî wê min zaroka min ya nûbûyî Deshni û dayka wê ji nexweşxanê anî bûn.

Demhijmêr 06:30 ê bi qîrên – Polizei, polizei, polizei, auf dem boden- (Polis, polis, polis, xwe bavên erdê) ji xew şiyar bûm. Zaroka min ya 5 rojî ji xwe di nav cihê xwe de dirêjkirî bû.

Ê em Kurdin, şûna ku ez dest bavên telefona xwe pêşî min dest avête derpêyê xwe da ku pêşya xwe û paşya xwe bigrim. Tîmên taybet bi çekên xwe û di serê çekan de jî çirayên sipî dida çavê me.

Ez dirêj kirim lê hêjî ne di rawestiyan. Berê çekê xwe dabûn ser zaroka 5 rojî û digotin. ( xwe bavên erdê).

Destê min girêdan. Û ez birim.

Gotina destpêkê ya ku min ji wanre kirî ev bû ;

Hetanî neha 700 kes ji Elmanya çûye tevlî DAÎŞ bûye. Hetanî neha we tu kes ne girtiye û bi vî rengî we êrîşî mala wan nekiriye. Yên ku diçin Sûrî û Iraqê dijî Kurdan şer dikin dîsan têne vira hun dîse wan serbest berdidin. Gelo ev Show a ku we kirî ji bo çibû?

3 meh bihurîn. Di girtîgeha bajarê Bielefeldê de mam. Başbû di pirtukxaneya girtîgehê de pirtûkên Kurdî jî hebin. Şivanê Kurd ya Erebê Şemo û Sobartoya Helîm Yusiv jî hebûn. Di rewşekî wisan giran de xwendina pirtûkên Kurdî derfet û hêzeke xweş dida min.

Dawî piştî ku bi dakokî min got; ez dê biçim welatê xwe, ji bo serdanê û gerê. Eve 25 sale ez neçûme û ez dê biçim. Her çend xwestin li gel vê yekê navê Agirî Soran û karên Hevi Media jî bigrin nav mijara xwe ya lêpirsînê bi bêbawerî dîsan têgihiştin ku em karên çand, huner, wêje û mediayê dikin.

Di nava van sê mehan de bêgûman ji ber malbata xwe û zaroka nûçêbûyî min êş û janeka bêhempa jiyan kir. Dema ku berpirsiyarî hebin girtîgeh ji xwe jandare. Lê dema berpirsiyarî nebin pir jî mirov xema naxwe.

Meha yekem min 9 pirtuk xwendin. 5 Kovarên Der Spiegel û gelik kovarên dîtir min xwendin.
Ji bo hevsera xwe min 320 rupel nivîs nivîsî û çend nivîs jî ji bo rewanbêj min nivîsîn.

Lê min dizanî ku gelik karên me yên Kurdewarî qels mane.

Bo vê yekê carekî dîtir ji hemî kesên li benda name, peyam û silavê bûn lêbûrîna xwe dixwazim.
Û di heman demê de ji bo mirov û dostên hêja yên bi dilê xwe, silava xwe, pirsên xwe û di heman demê de derfetên xwe yên pera arîkarî û piştevanîya min kirî sipasiya wan dikim.

Karên me ji berê bêhtir berdewamin.