Sê wergêr
Îro helbesteke dîlê di destê tirkan de Selaheddîn Demirtaş di torbendên civakî de belav bû. Berê tiştekî min giring bidîtana yekser werdigerand û belav dikir. Lê eve demeke wergera ji tirkî jî êdî ji xwere barekî giran dibînim û yekser min tenê ji xwere got “Xweziya bi Kurdîbane kekê Selaheddîn”. Ji ber vê yekê min şûna wergerê vê carê li wergêra çavê xwe gerand. Bawerim destpêkê Kawa Nemir wergera helbestê belav kir, paşê mamosteyê zimanê Kurdî Fergîn Melîk Aykoç belav kir û dawî jî çavê min li wergera Nûdem Hezexî ket.
Bêguman ez wekî van hersê camêran li ser ziman kur û fireh nebûme, bêhtir giringî didim mijar, babet û wateyê. Dîsan jî bi xwendina hersê wergeran jî cewaziyên berbiçav hebûn û min xwest bo we xwendevanên Kurdî rave bikim. Dibe hindek kesên dîtir jî wergerandibin lê ev hersê mînak bawerim ji bo mijara wergerê û hizrê nivîskarên Kurd têra me dikin.
Tenê Fegîn Melîk Aykoç têbîniyek di destpêka wergerê de nivîsîbû : Min hewl da ku bi têgihîştineke rast wergerînim. Kêmasiyên min bibexşînin
Fergîn Melîk Aykoç sernivîs weha wergerandiye
Ji bo zarokên gernas ên Şengalê...
Nûdem Hezex
Ji bo zarokên leheng ên Şengalê
Kawa Nemir
Bo zarokên Şêrgele yên Şingalê
Em bidomînin
Fergîn Melîk;
Di nava lîma dem a ku diherike diçe de
Nûdem;
Di hişkeya herka demê li pey xwe hiştî de
Kawa;
Di tilpa li pey zemanê pê pê kişîyayî û çûyî de
Eve rêza yekem bû. Lîma ya Fergîn Melîk, hişkeya nûdem û tilpa ya Kawa ji bo wî tiştî tê gotin, bi helwdana derveve ew kombûna hemî xirbeyên jêr avê.
Yek yek vekolîna wateya peyvan karekî dûvdirêje û pir pêwist jî nake. Lê ji bo zanîna cewaziya wergerê û cûdayîya awayê hizir em dê bidin berhev an jî bênine ba hev.
Rêza duyem ji çarîneya yekem;
Fergîn Melîk;
Şitlên rîçal berdayî, bi rik mezin dibin jî hene
Nûdem;
mêwên bi rik jî hene yên kok vedane û şax didin
Kawa;
Dêlîyên pêdagir hene, kol vedane û mezin dibin hê
Di virade ji bo “înad” ê Fergîn û Nûdem “rik” bikar anîne, Kawa jî “pêdagir” Ji bo mêwên tirî, Fergîn; Şitil, Nûdem “mêw”, Kawa “Dêlî” bikar anîye.
Rêza sêyem ji çarîneya yekem;
Fergîn Melîk;
Dî zêmarên xem dagirtiyê dema borî de
Nûdem;
Li çîroka bi xembar a serpêhatiyên pîroz
Kawa;
Di çîrvanoka kovanbar a binê zemanan de
Anîna berhev ji min û dana ber hev ji we...
Rêza çarek ji çarîneya yekem;
Fergîn Melîk;
Deverên ku ji xwîna me têr vexwarî jî hene
Nûdem;
li cihekî ji xwînê têrbûyî, ji me jî parçeyek heye
Kawa;
Ji me jî pareçeyek heye, devereke ku têr bûye ji xwînê
Hersê nivîskara jî her yekî bi wateyeke dîtir wergerandiye. Ya rast kîjane dîtin li we an jî hun ji cem xwe wergerînin. Minê weha wergerandibane; Ji me jî parçeyek, cihekî ji xwînê têrbûyî heye
Em derbasî çarîneya duyem bibin.
Rêza yekem ji çarîneya duyem
Fergîn Melîk;
Ma her ba di sînga xwe de bîna evînê nahewîne
Nûdem;
her ba li ber xwe nabe bêhna evînê li ser sînga xwe
Kawa;
Ma her ba bêhna sewdayê hilnagire di sînga xwe de
Dîsan her sê nivîskaran her yekî di wateyeke dîde wergerandiye.
Berdewam
Rêza duyem çarîneya duyem
Fergîn Melîk;
Yên ku bistiyên gulbûka dil dişkênin jî hene
Nûdem;
ên dihejînin jî hene yên dişkînin jî çiqilên sorgulan
Kawa;
Hene yên ku gulîyên xunçegulan dadiweşînin, şexte jî hene
Rêza sêyem çarîneya duyem
Fergîn Melîk;
Bihêlin bila destan vebêjin evînên bê derfet
Nûdem;
bihêlin bila efsane behsa eşqên bêmefer bikin
Kawa;
Bihêle bila fesane vegêrrin dildarîyên muhal
Wekî diyar dibe mirov dikare pir wateyên cûda ji wergera derbîne.
Rêza çarem ji çarîneya duyem
Fergîn Melîk;
Rêgeh dûr jî bin dawiya hesretan jî hene.(Rêgeh dûr jî bin dawiya her hesretê jî heye)
Nûdem;
dawîya her bêrîkirinê heye, rê gelekî dirêj jî bin
Kawa;
Her çendî rê dirêj bin jî her keser kutayîyê bi xwere tîne
Êdî hun kîjan wateye ji xwere bigrin hun dizanin, bêguman nêrîn û rexneyên we dê bo nivîskarên me û wergêrên me watedar û sûddar bin.
Rêza yekem ji çarîneya sêyem
Fergîn Melîk;
Raz ne di çêja le’el ê de di rengê wê de ye
Nûdem;
efsun di rengê xwe de ne bi tamên lal lênegere
Kawa;
Sêhr di çêja L’elê da çu nîne, di rengê wê de ye
Lal di wateya bêziman, kesê nikare bipeyive de tête bikaranîn an jî kevirekî bi nirx yê rengê sor e.
Rêza duyem ji çarîneya sêyem
Fergîn Melîk;
Yên ku hê negihîştiye lêvan, ji xwe diçin jî hene
Nûdem;
ên mest dikin jî hene, li levan neketî hê
Kawa;
Hene yên ku mest dikin, hê bi lêvan nebûyî, hene
Diyare her wergêr an jî nivîskarekî bi şêwazê helbestvaniya xwe jî wergerandiye. Hetanî wateya wergerê neguherê beguman eve şêwazekî raste.
Berdewam
Rêza sêyem ji çarîneya sêyem
Fergîn Melîk;
Em tevde wek zarokên sêwî yên Nînovayê ne
Nûdem;
mîna zarokên sêwî yên Neynovayê ne em tev
Kawa;
Wek zarokên sêwî yên Neynovayê ne em hemû
Di virade hersê nivîskaran jî heman wate diyar kirine.
Rêza çarem û dawî
Fergîn Melîk;
Li pey me ferman hebin jî, li pêş me çiya hene
Nûdem;
li xewna me çîya hene, li du me ferman digerin
Kawa;
Li pey me ferman, di xewna me de çîya hene
-Li pey me- û –di pey me de- bawerim ne heman wate ne.
Zimanê tirkî ji bo wergerê ne zimanekî ew hinde sexte, lê dema werdigere zimanê Kurdî wê demê arîşe dertên û gelek pirs berbiçav dibin. Di gelek wergeran de wergêr xwe di guvêşe û awirê giştî li zimanê Kurdî winda dike. Ji ber wêya jî di nava hevokan de, di nava hindek peyvan de çikîyayî dimîne. Wê demê ji wateyê dûr dikeve.
Ez ji xwe ne zimannasim. Lê min anîne berhev bi hêviya hun jî bidin ber hev.