Rewşa Nivîskarên Kurd wekî Jinênanê ye
Rewşa Nivîskarên Kurd wekî Jinênanê ye
Dema weşanê: Êlûn 17, 2013, 7:25 Dîtin: 705

Rewşa Nivîskarên Kurd wekî Jinênanê ye

 

Di civaka me Kurdan de jinênan arîşeyeka mezine. Ji ber ku hemî kes jinê li gorî xwe dixwaze. Bav dinêre ka bûk xizmetkare an na, bejin û bala wê lebar e an na?. Dayik dinêre ma quna wê xwehre, nizanim çavê wê şînin, porê wê dirêje, xwedî nimêje, jîre. Bira dinêre ka jêre başe, mêvanheze, xizmetkare. Xwişk dinêre ka jê ciwantire, hevalbende, pozê wê li jêre an li jore, dilnimze, dilxweşe an dilreşe. Jinxal, jinap, xaltîk,metik herkes jinê li gorî xwe dixwaze. Wekî ku ne zava evanê min jimartin hemî dê bi jinêre bizewicin. Heyran jin jina zavê ye, ya we çiye. Piştî ku ji zilam re baş bû ji bo we çawa bê jî tu wateya xwe nîne.

Ez nivîsên nivîskar wekî jina nivîskar dibînim. Nivîskar dema ku dengê dilê xwe na, hizir û raman û gumanên nava mêjiyê xwe guhdar kir ew tucar an jî bazirgane. Bêguman nivîskarên bi vî rengî jî di Kurdan de jî û di hemî gelên cîhanê de hene. Bazirgan tenê dihizire da ku peyvan li hev siwar bike, nivîskar mêjiyê xwe bi hestan ve radipêçe û xwe bi kaniya serê pêçiyan ve berdide. Ji ber vê yekê jî ez nivîsa nivîskar wekî jina nivîskar dibînim. Bila jinên nivîskarên me hêrs nebin lê ew ji min baştir vê yekê dizanin bê nivîs ji bo zilamê wan çiye?.

Siyasetmedar li gorî xwe dixwazin, dê nivîskar ji wanre binivîse, tembûrvan bistire, helbestvan biqîre, şanoger bigere. Weşanxane li gorî xwe dixwazin, divê nivîskar jin hilbijart, berî mehrê çêbike divê hesabê weşanxanê jî bike. Gelo ka dê weşanxane jinekî çawan ji wan bixwaze, an dê bêjin qelewe, an dê bêjin qope, an dê bêjin kal û kore. Malper jî li gorî xwe dixwazin. Eger jin ne nermok û keşxe be, eger ne nazik û nazenîn be, eger ne bi ken û ruxweş be heyran ew jî naxwazin. Û nivîskar bi xwe jî êdî li gorî xwe dixwazin. Her nivîskar nivîsên nivîskarê dîtir li gorî xwe dixwaze. Na tu çima li gorî hizrê mi nanivîse, çima tu li gorî tiştên ku ez bawer dikim nanivîse. Ev ecêbî bawerim tenê di Kurdan de heye. Êdî wisan lê hatiye xwendevan jî li gorî xwe dixwaze. Him naxwîne him li gorî xwe dixwaze. Di cîhanê de xwendevan diçin pirtûkxana çi pirtûkê li gorî hizrê xwe dixwazin dikirin û dixwînin. Lê li cem me Kurdan hem naxwînin hem jî naxwazin. Xwendevan jî êdî bûne xwedî xwestek, jin divê li gorî me bê. Li gorî xwendevan kîjan jin ew jî ne diyare. Qelew bê dêbê bikêrî min nayê, bejin zirav be dê bêjê nezane ji ber wê kêm nivîsîye, Siyasî be dê bêjê alîgire, wêjeyî bê dê bêjê girane, lêkolîn bê dê bêjê akademîke, helbest be dê bêjê ji bêxîretiyê ye. De were û ji nav derkeve. Ji bo ku nivîskarê Kurd karibe bibe nivîskar 2 rêkê wî hene an dê jinê li gorî hindekan bîne an jî dê jina xwe bigre û bi çol û çiyan bikeve.

Partiya Demokrata Îranê heman tişt anîbû serê Mamoste Heminê Mukriyanî. Got heyran ez nivîskarim ez ne siyasetmedarim ji min nayê siyaset lê ez welatperwerim û veqetiya ji Partiya Demokrat. Pênc Şeş salan di nav gel de tiştek nema ku li ser Mamoste Hêmin belav nekirin. Lê di encam de Hêminê Mukriyanî bû dîrok û bû hezkirina welat, Partiya Demokrat dê dîrok çiqas danase em nizanin.

Demekê di radyoya Denge Gerilla de min kar kir. Beranama çand û huner jî min di weşand. Min bername bi sitrana Mamosteyê hêja Behcet Yahya ya ku ji Helbesta Melayê cizîrî xwendî –Şox û şengê- vedikir. Di her bernamê de jî min helbestên klasîk yên Kurdî dixwendin, lê ji ber ku gelek kêfa min ji klama – Têlî- re dihat min ew gelek dixwend.

Bernamê dilê min rehet nekir, min pêşniyarek kir min got ez dixwazim kovarekê derxînim. Tenê bi Kurdî. Wê demê jî rêvebirê herêmê Endamê Konseyê Ferhat (Osman Ocalan) bû. Daxwaza min gihandinê de bangî min kir û pirsî çima tu dixwaze karekî bi vî rengî bike. Min jî jêre qal kir nîv rast nîv derew min tiştin gotin. –Ez dixwazim çanda klasîk ya Kurdî û çanda partiyê bihevve girê bidim- û çîrokên bi vî rengî. Lê yek armanca min hebû ew jî ew bû ku zimanê Kurdî di nav Gerîlla de piçek jî be karibim bidim rûniştandin û pêşxistin. Bêguman di mijarên zimanê Kurdî û çanda Kurdî de Ferhat dîsan hişyar bû û rê dida. Min destur wergirt. Min dest pê kir hejmara yekem ya kovarê derxist. Lê mixabin hejmara duyem jidest min derxistin, berpirsiyarekî ku ji izmîrê hatibû yekî mêrdînî bû dane wî. Hejmara yekem bi çanda Kurdî, bîranîn û helbestên gerîlla, klamên kevin, lêkolînên wêjeyî û şiroveyên Serokê PKK Evdille Ocalan yên ku bi Kurdî kirî min dagirtibû. Lê hejmara duyem hertişt xirab bû. Kovar bûbû kovareke siyasî, hemî peyv û gotinên tirkî hatine wergerandin, Kurdiyekî seqet û çelexwehrî derkete holê.

Dema kovar jidest min hate derxistin bêgûman sedem jî hate gotin ku – ez nivîs û wêjeya derveyî partiyê derdixim pêş. – Çima di sitrana –Têlî – de qala cotê memika dike. Û lêkolînên dîtir yên li ser wêjeya Kurdî. Bi taybet helbestên kilasîk yên melayê cizîrî, feqiyê teyran û dîwanên klasîk.

Dihat xwestin ku tenê li ser siyaset an jî rewşa siyasî kovar bête meşandin. Ew kesên ku ev helwest nîsan didan jî bixwe di nava jiyan û karên xirab de bûn û tu sudeke wan ji bo kar û tekoşîna Kurdewarî nebu.

Di encam de ev rewş di nava PKK ê de jî gelek hatine jiyandin û hîna jî têne jiyandin. Gelek rêvebirên ku sedî sed huner û çandê ne di xizmeta hêzê de tenê li gorî xwe dixwazin hebûne û hene. Gelek nivîskar, gelek hunermend, gelek kesên jîr û jêhatî ji ber van nêzîkatiyên hindek kesên seqet pûç bûne û çûne.

Di salên bihurî de rewşa Mamosteyê Kurd Evdille Peşêw jî heman wekî ku me derbirî bû. Li himber rêvebiriya başûr bi helbetên xwe dinivîsî û dixwend. Fermana kuştina wî jî demekê hatibû dayîn hetanî reviya çû Rûsya. Wîna got ku çi dibe bila bibe jina min dê li gorî min be. Piştî ku ez dizewicim çima jinê li gorî te bênim heyran. Û çû li Rûsya bi dehan zarok çêkirin(Pirtûk û berhem).

Herçend nivîsa min dirêj bûbe jî divê çend xalên serekî li ser hunera nivîsê an jî wêyeyê bêjim.

Dema tu bêje –Bijî Serok Apo- û dema tu li ser Felsefaya Apo tiştekî wêjeyî binivîse cewaziya wan geleke. Ew bijî serok apo kesên dijî Apo jî dikarin binivîsin û bibêjin, Lê Hunera nivîsandina wêjeya felsefeya wî û hizrê wî tiştekî diye. Eger hun bi felsefeya Apo bawer nekin jî dema berhemekî hunerî hate ber destê wê hun dê bi wê hunerî mendehoş bibin.

Dema hun herroj bêjin Barzanî û Serok Barzanî lê dema hun rastiya Şoreşa Barzanî, ji Nemir Mistefa Barzanî û berî wî ve hilnegrine dest û bi rengekî hunerî dernebirin ya we nabê huner nabê wêje. Ew tenê dibe qijilandina rûn.

Tenê ji bo serbestiya nivîskar jî be nimûneyeka dîtir dixwazim bidim.
Di vê dema dawiyê de heman tişt hate serê Mîr Qasimloyê gimgimî. Mîr Qasimlo nivîskarê zimanê Kurdiye hindik maye kamerayekê bidin dest û bikin pornografê Kurd. Ev Kurdê kedkar vaye geha 33 saliya xwe 4 berhem nivîsîne û bi sedan nivîsên dîtir, û bawerim herçend min lêkolîn nekiribe jî pirtûka herî dirêj ya Kurdî bi 1000 rûpelî ve nivîsî. Pirtûk li ser rastiyên civaka Kurdî ye. Ji ber ku rastî ne, û rehete dîsan xweşa gelekan neçû.Ez nabêjim “hat rexnekirin” rexne tiştekî pêwiste. Ez dibêm kêf pê nehat. Wekî ku ew mirovana ne di nav civakê de dijîn. Hindeke ku tene bi tirkî dixwînin jî li himber derketin. Bi taybet yên ku ne xwendî wana gilî û gazincê xwe kirin. Dibe ku nivîs, nivîskar, mijar an jî wesanxane kêfa we jêre neye lê mijar çi dibe bila bibe her berhemek di asta xwe de divê bête şirovekirin û nirxandin. Rexne bête kirin jî astengkirin an jî tengkirina nivîskar nexwesiya serekeye ku em qala wê dikin.

Huner û wêje û nivîs û nivîskar ew nexwazin jî di xizmeta siyasetê dene. Di xizmeta Siyaseta Kurdî dene. Herçend her nivîskar, her hunermend her wêjevan dibêje ez mirovekî siyasî nînim, û rast jî dibêjin ew ne siyasetmedarin karê wan ne ewe, lê ji ber ku Kurdin û karê Kurdewarî dikin karê wan rasterast dikeve xizmeta siyaseta Kurdî, lê siyaseta Kurdî vêya bikar nayêne vêya nabîne û vêya piştdest dike ew tiştekî diye. Min wê rojê di fisboqê de du rêzik nivîsîn, nivîsa min ev bû. –Nivîskarê bê çalekî wekî tembûrvanê mala xwe ye, ew lê dixe dîwar guhdar dikin- Ew nivîskarê li himber rewşa gelê xwe li himber êş û azara mirovan, li himber xirabî û aloziya mirovan, li himber têkçûnan, bûyerên dijwar yên civakî û hwd. Bêdeng bimîne û bê helwest be bê gûman ew jî bazirgane. Tu nivîskar ne siyasetmedare lê hemî helwestê nivîskarê Kurd siyasî ye, kî vêya têneghêje ewe jî kêmbûna wiye. Li gel vê jî nivîskar bêgûman şervanê hestê gele. Ne şervanê çekdarîye. Çeka wî pênûse û hest jî hola şere. Ew dê çalekiya xwe hilbêjêrê ne ku hêz an jî dafdanên ne civakî.

Îro jî di nûçeyan de hate belavkirin ku Rûdawê Nivîskarê Kurd Helîm Yusiv ji nivîsandina rûdawê bêpar kiriye. Her çend berfirehiya nûçeyê nehatibe destê min jî li gorî hindek rastiyan aşkireye ku Rûdaw jî piçekî wekî mêjiyê hindek rêvebirên PKK yên ku hezma wan ji hunerê re nîne tevdigere. Li gorî nêrîna min Rûdaw bi taybet di nav Kurdên Bakur de ciyekî xwe yê xweş digirt û her berbi başiyê ve diçû. Diçû dibêjim ji ber ku neha diçe naçe nizanim, wekî ku kevirên hîmê stuna bakur ya xênî qels bûne û dibe ku deristibin jî. Bêgûman herkesek dikare siyaseta xwe bi parêse, an jî siyaseta hêzên ku wan destek dike, ez vêya tiştekî rewa dibînim. Lê dema ku mijar bû mijara weşangeriya Kurdî wê demê hertişt tê guhertin. Hun hez li Apo nekin jî eger ku 10 Kurd pê bawer bin divê hun jêre rêz bigrin, Eger hun hez li Barzanî nekin jî eger 10 Kurd jê bawer bin divê hun rêz jêre bigrin. Eger hun hez li Goran û YNK û Îslamiyan û hêzên din nekin jî eger hun bi armanca ku weşana xwe azad bihêlin û hemî Kurdan dorpêç bikin ketibine rêde divê hun rêz bigrin. Divê di nav we de hindek ji wan jî hebin. Eger na tê wê wateyê ku hun ji xwe bi armancekî wisan fireh ve neketine nav kar. Lê hîna jî di nav nûçe û karê Rûdawê de em dibînin ku di hizir de armanc ewe ku hemî Kurdên çar parçeyên Kurdistanê dixwaze himbêz bike. Eger hizir ev be wekî bakuriyekî we ev hêvî dabê min wê demê pêdiviyê vê jî divê bêne bicî anîn.Na eger hizir ne evbe wê demê divê aşkere armanc û rêbaz bête diyarkirin. Eger ku Helîm Yusiv ji ber şiroveyên xwe yên siyasî ji nivîsa rûdawê hatibê birîn wê demê Rûdaw nîvê Kurdan himbêz nake û naxwaze himbêz bike ji ber ku hema ez dizanim ku herî kêm nîvê Kurdan tîştên ku Helîm Yusiv dinivîse rast dibînin. Bêyî ku hun lêpirsîna hizir û nivîsîna nivîskarekî bikin carê lê bikolin ka çend kes vê nivîsê diecibînin, çend kes dicîde dibînin. Xala giring, arîşeya giring, nexweşiya giring, xeletiya giring ya me Kurdan ewe ku beyê em raya giştî, hizrê giştî û yê piraniya mirovan bihizirin rasterast em hizrên derdikeve pêş asteng dikin. Helîm Yusiv misyonekî xwe yê siyasî nîne. Lê her çend çîroknivîsekî jîr jî be bi taybet wekî kesekî Rojava eger ku li himber rewşa rojava bêdeng mabane wekî xwendevanên wî em dê li himber kesayeta wî ketibane gumanê de. Bêgûman nivîsên Helîm Yusiv wî bi xwe girê didin, rast an xelet, di cî de an ne dicîde wekî me li jorê gotî ez jî li gorî xwe naxwazim nivîsa wî, lê nivîs çi dibe bila bibe li gorî dîtina min helwestê li himber Helîm Yusiv bîr û hişê ku em pê dizanin yê siyasî û pîvanên hişk diyar dike. Bi taybet kesek naxwaze di demeke wisan de ku barekî mezin dikeve ser şanê weşangeriya Kurdî de Rûdaw jî tenê stuneka Kurdistanê saxlem bike, herkes dixwaze ku berê xwe bide stunên dîtir yên bînayê û dewra xwe bilîze. Di demeke wisan de eger ku Rûdaw bendemayin û hêvîmayinên Bakur û Parçeyên dîtir jî nebersivîne dê xeletiyeka mezin bijî û dê sînorên xwe yên fire teng bihêle û teng bimîne. Dîsan jî hêvî dikim ku Rûdaw bersiva vê mijarê û bûyerê bide.

 

 

17.09.2013