Li vira dîrokek civîya
Li vira dîrokek civîya
Dema weşanê: Êlûn 20, 2017, 12:35 Dîtin: 812

Di van sê rojên bihurî de Konferanseka giring li bajarê Elmanya Frankfurtê hate lidarxistin. Bêguman di qonaxeka wisan de, qonakexa Kurd tinê qala serxwebûnê û giştpirsiya serxwebûnê dikin, gelek kar û çalakîyên dîtir di bin sîbera rojevê de dimînin. Lê belê serxwebûna Kurdan, azadiya Kurdan bi lêkirina dîwarê serxwebûnê ve pêk tê, nek bi carekê ve avayiyek bête danîn û serxwebûn pêk bê. Di çi dem û qonaxê da dibe bila bibe, her çalakî û karê giring û bê hempa ji bo serxwebûnê kevirekî dîware û divê nirxê wê bi hêjayî bête dayîn.

Ev Konferansa li welatê sereke yê Ewrûpa li Elmanya, bajarê navdar û di gelek aliyên xwe de li ewrûpa û elmanya sereke Frankfurt û di frankfurtê de jî li zankoya navdar zankoya Gothe pêk hat.

Ez tenê ne wekî rojnamevanekî Kurd lê belê heman wekî şagirtekî zimanê Kurdî rojekê beşdarî konferansê bûm û têr û tije nebe jî, min ew derfet dît li gel hêja û bijardeyên Kurd û biyanî, bisporên zimanê Kurdî, Akademîkarên amade bi peyivim û cîhana wan, asta zanistî ya zimanê Kurdî bi çavên xwe bibînim û bi hişê xwe hindekî têbighêjim.

Min dixwest yek yek beşdarên Konferansê binivîsim û bidim nasîn lê mixabin karekî weha demeke dirêj divê û amadekariyeka berfireh jêre divê. Herkesek dikare ji nûçeya Konferansê navên beşdaran bizane û di derbarê wan de zanyarî bidest bixe. Ji ber ku her kesekî beşdarî vê konferansê bûyî nirxeke ji bo ziman, çand û pêşeroja rêzimanê Kurdî.

 

Amadekarên Konferansê

Xwedanê vê keda giranbûha bi navê Înstituya Navnetewî ya Lêkolîna civaka Kurd IISKS yê birêz Dr. Behrooz Chaman Ara, ji zankoya Frankfurtê Prof. Dr. Jost Gippert, ji EHESS Parîsê Dr. Hamit Borzarslan, ji Zankoya Soran Dr. Nahro Zagros bûn.

Bi amadekarî, rêkxistin, mijûlbûn, tomarkirin û westandina xwe ve Dr. Behrooz Chaman Ara bala min kişand. Di vê civînê de xwedan kedeke hêja bû.

Gelek kesan nekarîbûn beşdar bibin, lê ji ber derfetê teknîkî wekî xanim Leila Ziamajidi li ser Kelhurî bi rêka Skype beşdar bû gelek beşdarên nekarîn bên bi taybet yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi rêka telekonferansê beşdar bûn.  Beşdarbûna pir ya ji Rojhilatê Kurdistanê û keda wan di vê Konferansê de cihê şanaziyê û pîrozkirinê ye.

Beşdarên Konferansê

Ji bakurê Kurdistanê çend beşdarên jîr û jêhatî hebûn. Bi taybet li ser kar û barên ziman, weşanên li ser zimên, karên dibistana, rewşa tirkiyê û bakurê Kurdistanê bi berfirehî zanyarî dane beşdaran.  Xala balkêş ew bû, beşdarên ji bakurê Kurdistanê tevî wan jî, ji ciwanan pêk hatibû.

Herçend beriya neha min dizanî jî, dîsan xala herî zêde ez hejandî beşdarên biyanî bûn. Êdî mirov dikare ji wanre biyanî bibêje an na ez nizanim lê ji vana yên li pêş û wekî bispor û zanayên ziman, piştrejî yên zimanê Kurdî derketin pêş yek ji vana Mamosteyê Zankoya Amsterdamê Dr. Michael Leezenberg bû. Rêvebirina Konferansê Leezenberg kir. Bi xwe di zimanê Kurdî de bispore û Dîwana Mem û Zînê wergerande zimanê Hollendî.

Kesê duyem û yê cara yekeme ez tevlî nêrînê wî dibim an jî nêrînên ez di parêzim nêzîkî yê wî ne Mamoste, bispor û zanayê ziman Michael Chyet bû. Chyet ji bo zimanekî sitandart yê Kurdî hewl dide û nêrînên wî yên gelek hesan û ewqas jî hêja hene. Dibêje zarokên Kurdan divê him kurmancî him soranî hîn bibin. Cara yekeme kesekî ku vêya dibêje dibînim ji ber wê yekê min ji roja destpêkê de ew berneda û gelek li gel axifîm. Him soranî him Kurmancî li gel rêzimaniya wê ji piraniya Kurdan baştir diaxife û diheman demê de rêk û rêkeçareyên pêşxistin û pêgihiştandina ziman jî rave dike. Bi hizra min ji xwe ew Kurdê bixwaze Kurdî hîn bibe divê hemî zaraveyên Kurdî hîn bibe û herî giring jî soranî û Kurmancî. Hizir û teorîyên mamoste Chyet karîgeriyeka baş li ser min kir û ji ber serzîvrêneriya min jî, nîvê şevê dema me xwest biçin ji bo wî mast bikirin nêzîkî nîv seetê di nava firankfurtê de me rêka xwe tevlîhev kir û dawî em ne gihiştin mast bikirin û min ew danî xaniyê wî yê lê bicî bûyî.

Ya sêyem jî bispora zimanên Îranî Joanna Bochenska.

Bêgûman biyanî an jî zimannasên bispor ne tenê evna bûn. Lê yên hêzî zêde di warê bikaranîn û axaftina zimanê Kurdî de bala min kişandin evbûn.

Wekî mêvan jî Mamosteyê zimanê Kurdî Fergîn Melîk Aykoç, Helîm Yusiv, Mîr Qasimlo û çend kesên dîtir jî beşdar bûbûm.

Bîranînên Konferansê


Rojekê li wanê ez li Hotelekê bûm. Min kaxez û pênûsa xwe girt û ji çend xortan pirsî ka di devoka we de hun van peyvan çawan dibêjin. Wana digot min jî dinivîsî, ez li salona hotelê rûniştibûm. Min dît yekî karmendê dewletê ji wirve hat. Min got ez neha berdewam bipirsim dê kaxezê ji dest min bigrê û dê bêje evana çine. Dema nêzîkî min bû min jî kaxeza xwe hejand û ji xwere di sitran gotin hetanî dur ket, min kaxeza xwe xiste berîka xwe û veşart.

Min pêşî di dema xwarinê de ew dîtin û axifîm, piştî li ser jiyana wan kur bûm û roja dî bi zanyariyên berfireh çûme cem wan, di van rojên Kurd herkêlî qala serxwebûnê dikin de, biqasî serxwebûnê dilê min bi wan germ bû. Ji ber kurayîya zimanê Kurdî têgihiştibûn û sehra çanda Kurdî di hinavê xwe de dijiyan.

Nîvê şevê, li kolanek ji ya Frankfurtê de, li kêlekekî min Ferzan şêr, kêleka dîtir jî Xêro mîrza, min ji Michael Chyet pirsî “ Mamoste tu li kîderê hînî zimanê Kurdî bûyî ?“

Bersiva wî em têra xwe kenandin.
Ez li Kurdistana San Diego yê fêrî Kurdî bûm.

Xala herî balkêş jî ew bû Chyet pir neçûbû Kurdistanê, demên çûye jî, ji ber rewşa dewleta tirk û zilma wan li ser zimanê Kurdî ne kariye vekirî biaxife. Ji xwe tenê carekê çûye başûrê Kurdistanê ew jî hetanî bi Zaxo çûye û vegeriyaye lê belê bi soranî jî dizane.
Di kolana herî qelebalix û di nava rengên pembeyî û sor de windabûyî de, dema xalê Chyet di peyivî heya wî ji min nebû ku ez dengê wî tomar dikim. Diviya ev gotinên wî di nava rûpelên dîrokê de cihê xwe bigrin. Û neha ez dengê wî guhdar dikim û berdewam dinivîsim.

Bîranîna wî ya li wanê;

Rojekê li wanê ez li Hotelekê bûm. Min kaxez û pênûsa xwe girt û ji çend xortan pirsî ka di devoka we de hun van peyvan çawan dibêjin. Wana digot min jî dinivîsî, ez li salona hotelê rûniştibûm. Min dît yekî karmendê dewletê ji wirve hat. Min got ez neha berdewam bipirsim dê kaxezê ji dest min bigrê û dê bêje evana çine. Dema nêzîkî min bû min jî kaxeza xwe hejand û ji xwere di sitran gotin hetanî dur ket, min kaxeza xwe xiste berîka xwe û veşart.

Û gelek xalên balkêş yên li ser hînbûna zimanê Kurdî birêz Chyet ji me re gotin. Rojekê derfet çêbibe ez dê vana berfirehtir binivîsim û belav bikim.

Lê divê vêya jî bibêjim beşdarên bakurî yên Konferansê piraniya xwe ji Nisêbînê bûn. Piştî ruxandin, şewitandin, talan û wêrankirina Nisêbînê ev yek jî cihê şanaziyê bû. Li şûna dilopên xwînê kulîlkên welatê min bi pîtên Kurdî yên rengîn û hevokên ahengxweş divejiyan.

 

Gotûbêja min ya li gel mamosteyê berkeftî birêz Cafer Şêxulîslamî jî ez di xistim nava hestjeniyê. Dîsan di dema xwarinê de bû. Wekî hercar min bala xwe da ser anîşka Soranîaxêvan. Zanayên me, di wateyekê de rîsipiyên me di dema xwarinê de pir zelal û dilnizm û ziravbihîstyar bûn. Min pirsî û mamoste got; ez ji Mehabadim. Hindekî rawestiyam. Got çibû? Min got ez bi xêra Mehabadiyan hînî soranî bûme. Biraderê min pirin. Ez Kurdîya xwe deyndarê wêje û hestên kur yên Rojhilatim. Bi xêra biraderên xwe yên rojhilat îro dikarim bi Kurdî bijîm û bi taybet soranî.

Ji min pirsî; Ji mehabat çi li cem te maye?

Min got; mamoste tiştekî pir nizanim mixabin lê Mamoste Hêminê Mukriyanî di jiyana min de ye.

Vê carê ew rawestiya û li min temaşe kir pêkenînek kete ruyê wî.

Hêminê Mukrîyanî xizmêt mine.

Bêguman Kurdekî ji Nisêbînê û li wêderê, bi soranî di peyivê û qala Mamoste hêmin jî dike. Ez bane minê jî bigota, ma ji vê zêdetir dê çi zanibe li ser Hêmin û wêjeya Hêmin. Lê belê di bin tava heyvê de gelek şevên dirêj bi xeyala helbestên Mamoste Hêmin bihurîbûn. Gelek nameyên dayik û bavên Rojhilatî bi afsuna wêjeya Hêmin hatibûne nivîsîn bo zarokên xwe yên şervan.

Min jî Youtube vekir û xwendineke xwe pê da guhdarkirin tenê çarîneya Mamoste Hêmin ya min xwendî.
Û mamosteyê Cafer got;
Dinya çendîn biçûke...

Hîna gelek xal û bîranîn û kêliyên divê ez qala wan bikim hene. Wekî  wênegirê Kurd yê navdar Îbrahîm Elîpûr, bi pêşangeha xwe ve beşdar bûbû û cejna Hewraman ya Pîr Şalyar xistibû mijara wêneyên xwe. Û hîna gelek bîranên dî...

Herkes bi zimanê xwe xweş dijî lê belê birastî mirov bi Kurdî taybet dijî.

 

Têbînî:

Bi Happy End ê min xwest nivîsê bi dawî bînim ji bo wê min rexne hiştin cihê têbînîyê.  
Mixabin heya gelek kesên dixwestin beşdar bibin ji Konferansê nebû. Eve kêmasîyeka biraderên rêkxer bû. Reklam tune bû. Danasîn dazanîn tune bû.
Wekî dîtir bangî medya Kurdî nehatibû kirinê. Ji ber vê yekê jî derveyî Malpera Rewanbêj û Ozgur Polîtîka kesekî wekî nûçe belav nekir.
Û projeyên balkêş yên ziman dikarî bêne danîn û wekî biryar bêne pêşkeşkirinê.