Hikumeta Kurdistanê li benda çi ye?
Hikumeta Kurdistanê li benda çi ye?
Dema weşanê: Êlûn 30, 2017, 3:21 Dîtin: 767

Piştî pêkhatina Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ya li başûrê Kurdistanê qonaxeka nû destpê kir. Şûna vegotin û analîzeka berfireh, mirov dikare di xalên serekî de dema bihurî, qonaxa referandûmê û dema piştî referandûmê şirove bike û encama derxîne.

Pêkhatina Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, wekî hindek Kurd weha dibêjin, ne çalekiyeka zûpêkhatî bû. Her karê ji bo Serxwebûna Kurdistanê bête kirinê, ne ku zû ye lê belê dereng jî maye. Ji ber herkes dizane, tenê yek sedema têkçûn û perîşanî û binkeftinên Kurdan heye ew jî bêdewletî ye. JI bo vê yekê jî ew kesên pêkhatina Referandûmê rexne dikirin û neha jî dixwazin êrîşên dijminan bixin situyê pêkhatina Referandûmê, her çend xwe zana û bildin bibînin jî, ji rastî û hestê Kurdewarî dûrin. Rexnekirina PDK û siyaseta PDK ne sedemeke mirov dijî gavên Serxwebûnê jî derkeve û helwestên dijminê Kurdan, wekî çewtiya pêkhatina Referandûmê pêşan bide.

Beriya Referandûmê yekdengî û yekdiliya gelê Kurd, helwestê gelê Kurd yê ji siyaset û hêzên siyasî bilindtir bêhtir wêrekî da Barzanî û hişt li himber gefên welatên serdest û nexwaziya hêzên navdewletî şûnve gav neavêje. Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, li başûrê Kurdistanê pêk hat û gelê Kurd ji bo serxwebûna Kurdistanê got –erê-.

Qonaxeka nû destpê kir. Îranê seferên xwe yên asîmanî rawestandin. Tirkî û Iraq bûne yek û dest bi karê dortpêçkirin, tenêhiştin û bêzarkirina Kurdistanê kirin. Li sînorê başûr û bakur hêzên xwe yên leşkerî pêşan dan. Gef li herêma Kurdistanê xwarin. Tirkiyê seferên xwe yên firokan li ser Erbîl û Silêmaniyê betal kirin. Agir kete rayedarên tirk û her wezîrekî tirk bi serê xwe daxuyanî dan û gef li herêmê xwarin. Medya Tirkan û ya Ereban erîşên xwe dijartir kirin. Welatên Yekgirtî yên Emerîka bi awayekî fermî ragihand ku ewana Referandûmê nas nakin. Ji ber wekî beriya du salan pêwistiya Emerîkayê bi hêzeke girêdayî xwe dijî DAÎŞ nemaye, û hikumeteke iraqê piçekî bi hêztir heye ji bo Emerîka.

Hîna gelik êrîş û helwestên neyênî rû dan. Li himber vê yekê rayedarên Hikumeta Herêma Kurdistanê herî zêde ji ber helwestê Tirkiyê serî li wan zîvirî. Ji ber hetanî roja dawî jî, li gorî daxuyaniyên Nêçîrvan Barzanî wana qet helwestekî wisan ji tirkiyê an ku dostê Herêma Kurdistanê, hikumeta Tirkiyê tiştekî weha hêvî nedikirin. Ji ber peymana wan ya Petrolê ya ji bo 50 Salî hebû, karê veguhestina gaza siruştî jî gav dihatin avêtin. Û hîna gelik peyman û peywendiyên dîtir.

Hikumeta Iraqê, ji rewşa bûyîna wekî mirîşkê derket û got – Dîkê Iraqê Ezim-. Îran bi heman rengî li gel birayêt xwe yên dagirker kete nava dayin û sitandinê.

Dema mirov li van pêşketinan dinêre bêgûman rewşa Herêma Kurdistanê di nava tengaviyê de xuyan dike û ji ber zêdebûna dijminê Kurdan, xayintiyên li pey hev yên welatên Rojavayî, Kurd yekser dikevin nava bêhêvîtiyê û hizrê wan diçe ser komkujî, dortpêçkirin, êrîş û tunekirina Kurdan ji aliyê hêzên herêmî ve.

Lê dînya ne ew dinya berêye bêguman. Hertişt li gorî hêz û helwest rêka xwe dibîne. Ne Emerîka sedî sed li ser nexş û rewşa cîhanê desthilate, ne jî hêzên herêmê dikarin wekî berê bi helmet û êrîşên dirinde encam bigrin.

Tirk jî di nav de, hersê welatên cîran dikarin êrîşên leşkerî jî bi rengên cûda pêk bînin. Beriya bi Referandûmê bi rojekê li Şêladizê hêzên asîmanî yên Tirk 7 Kurd kuştin û li himber vêya tu helwestekî balkêş ji aliyê hêzên Kurd ve nehate nîşandan. Û hêzên navdewletî ji xwe kesekî qala wê jî nekir. Dewleta Tirk dikare bi hezaran Kurd bi vî rengî bombebaran bike û bide kuştin, Dewleta Iraqê bi rêka Heşdî Şabî êrîşan pêk bîne. Bi gelek rengên dîtir êrîşên leşkerî jî dikarin pêk bên. Evana dê encam bigrin bêgûman na. Lê encam bigrin negrin, ev dewletana ji bo siyaseta xwe ya navxweyî û karîgheriya li ser siyaseta dewletên Rojavayî dikarin vêya bikin.

Başe Kurd di çi rewşê de ne û divê çi bikin?

Hikumeta Herêma Kurdistanê bi bêdengiya xwe û daxuyaniyên çilmisî ve aşkere diyar dike ku li himber gelek tiştan bê amadekarî ye û hindekî jî di nava serzîvrêneriyê de ye. Ji ber wê yekê ye, şûna rayedarên Hikumeta Herêma Kurdistanê daxuyanî bidin û helwestê xwe diyar bikin, medya Tirkiyê sê rojan li ser nivîsa nivîskarê Rûdawê Rebwar Kerîm Welî nivîs belav kirin.

Bêgûman welat di vê demê de ne tenê bi çekan û hêzên leşkerî ava dibin. Lê yasayê xwezayê, cîhanê û civakî nehatine guhertin. Hêz tunebe siyaset jî fişeye. Hikumeta Herêma Kurdistanê bi lez divê têkeve nava tevgerê û bi hişmendî rêkeçareyan li himber van êrîş dorpêçkirina hêzên herêmî û bêrewiştiya welatên rojavayî derbikeve.

Beriya hertiştî barê serxwebûnê girane û qonaxa sext û zehmet ya serxwebûnê nû destpê dike. Ji ber vê yekê hemî kesê dijî xwesteka serxwebûnê ya gelê Kurd derdikeve divê bi tundî bête şermezarkirin û rewabûna Referandûma Serxwebûnê ya ku sedî 93 erê ya Kurda wergirtî ji wanre bête gotin. Ev Referandûm bi çi awayî pêk hatibe jî, gelê Kurd ji bo berjewendiyê xwe Serxwebûnê dixwaze û eve jî pêwist nîne li gorî berjewendiyê Emerîka, Ewrûpa an jî welatên herêmê bête pêkanîn û rawestandin.

Helwestê surbûna di pey xwesteka xwe de yê Hikumeta Herêma Kurdistanê dê dudiliya Ewrûpî û welatên dîtir yên cîhanê ji holê rabike û bihêle wana jî helwestê xwe aşkere bikin. Lê beriya hertiştî divê Hikumeta Herêma Kurdistanê ji vê bêdengiyê derkeve û ji dema beriya Referandûmê bêhtir rastbûna helwestê xwe biparêze. Xwesteka gelê Kurd biparêze.

Piştî vêya êdî qonaxa çalekiyê ye. Giranîya xwesteka gelê Kurd, dengdana gelê Kurd divê him bo hêzên herêmî, him bo hêzên cîhanî bête pêşandan. Hertişt ne şer û çeke lê belê her milet û gelê cîhanê bi vîn û îradeya xwe, bi berxwedan û surbûna xwe ya di daxwaza xwe ya serxwebûnê de biser ketiye. Kurdistan hemî birçî jî bête hiştin, komkujî jî pêk bên, êrîşên leşkerî û talan û wêran jî pêk bên, hemî gelê Kurd yên çar parçeyên Kurdistanê, bi taybet Kurdên Ewrûpayê, li gorî helwestê pêwist yê Hikumeta Herêma Kurdistanê divê têkeve nava tevgerê û yekbûna Kurdan pêşanî hemî hêzan bide.
Ev derfetê azadiyê, ev derfetê dewleteke Kurdan piştî hezaran sal cara yekeme bi vî rengî ketiye dest Kurdan de. Hersê Dagirker bûne yek û dixwazin pêşî li vî derfetî bigrin, Kurdan dîsan dîl bigrin, dîsan bi iraqê ve girê bidin. Lê belê Kurd divê vî derfetî ji dest bernedin û Başûrê Kurdistanê êdî bikin Kurdistana Başûr. Ji bo vê yekê di serî de helwestê rayedarên Kurdistana başûr giringe. Gelo dê karibin wê vîn û îradeyê pêşan bidin da hekî gelê Kurd piştgiriya wan bike û dewleta xwe rabighînin? Eger vêya nekin, dê rewşeke ji federaliyê jî şûnvetir bijîn. Û eve dê bibe têkçûnek ji bo hemî Kurdan.

Li gel biryar, helwest û daxuyaniyên rayedarên Kurd yên li himber êrîşên dijî îradeya Kurdan, divê Kurdên herçar parçeyan têkevin nava tevgerê û bi taybet Kurdên Ewrûpayê rabin ser xwe.

Ji xwepêşandanên li pêş konsolxaneyên Tirkî, Îran, Iraq, Emerîka bigre hetanî bi dagirkirina wan divê pêk bên. Li himber êrîşên dagirkeran yên tunekirina Kurdan li welatên dîtir yên cîhanê jî divê Kurd bi heman awayî bersiva van dijminên Kurdan karibin bidin. Eger ew çalekiyên beriya Referandûmê pêk hatî, vê gavê pêk neyên. Kurd li hemî welatên cîhanê van welatan şermezar nekin û piştgiriya xwe ji bo Hikumeta Herêma Kurdistanê rave nekin, Eger rayedarên Hikumeta herêmê tenê li têkilî û dialogê bigerin û çareyan bi bêdengî bixwazin bibînin dê ev êrîşên li ser wan zêde bibin lê kêm nabin.

Pêwistî bê wê yekê heye Îro, vê kêliyê li hemî welatên cîhanê bi taybet jî Ewrûpa bi sedhezaran Kurd van welatan şermezar bikin û xwedî li Îrada xwe derkevin. Eve jî girêdayî rayedarên Herêma Kurdistanê ye.

Belê ev Referandûm ji bo başûrê Kurdistanê hate kirinê lê belê çarenivîsa Kurdên herçar parçe hindekî jî bi serkeftina vê gavê ve girêdayî ye. Hemî pêkhatinên pêşerojê yên Kurdan dê li gorî vê gavê bêne pîvan. Hêzên herêmî û cîhanî dê li gorî vêya mijara Kurd hilgirine dest. Dewletbûna Başûrê Kurdistanê ne dewletbûna hemî Kurdan e. Lê belê pêşvekirineke ji bo azadiya hemî Kurdan. Êdî mijar ji partîyan derbas kiriye. 

Ew helwestên ku kêra xwe hazir kirî li benda serjêkirina qurbanekî ne jî di nava Kurdan de, helwestê herî qirêje. Xwesteka azadiyê bixwere komkujiyan jî tîne, şer jî tîne, gelek zilim û kuştinan jî tîne. Tawanbarê vêya ne Barzaniye ji ber ku biryara referandûmê daye, ne jî hêzekî dîtire. Di rewşên wisan de mirov beriya li ser çewtiyan kur bibe, divê bi lezgînî dijî êrîşkeran têkeve nava tevgerê. Hindek kes wekî nûnerê van xêrnexwaza, li kîderê pêşketineke neyênî heye yekser derdixin pêş Kurdan. Wekî ku kêfa wan tê.

Helwestekî ji serxwebûnê şûnvetir dê ne tenê bi başûrê Kurdistan bide windakirin dê bi hemî Kurdan gelek tiştan bide windakirin. Bo vê yekê helwestê beriya referandûmê yê rayedarên Herêma Kurdistanê divê bêhtir bi dakokî û bêhtir bi hêz be.