Dirafên sehrawî, Pêşerojek bê pereyên kaxezî; Bitcoin
Dirafên sehrawî, Pêşerojek bê pereyên kaxezî; Bitcoin
Dema weşanê: Pûşper 2, 2017, 4:28 Dîtin: 703

Ji balefirgehê daketibû li benda firokê bû da ku derbasî welatên Asya bibe. Dema di ber firoşgehekê ve çû çavê wî bi computerekê ket. Gelek bala wî kişandibû. Çû da bikire. Geha ber, lê ciwanekî kulavpiştek li piştê, kincên qepalî û diyar bû ne kesekî xwedî pere û zengîn bû. Wî jî xwe li computerê tûj kiribû. Li pêş dinivîsî 3420 Dolar.

Yekser perê xwe derxistin li cihê peredanê û jimartin. Hetanî xwest bizane perê di berîka wî de çiqasin, Xortê jihevdeketî bi ingilîzî pirsî –Ez dikarim bi bitcoina bidim?- Karkera kargehê jî got erê. Ciwanê xurifî telefona xwe ji berîka xwe derxist. Jina qutik û zerik mekîna peredanê nêzîkî telefona wî kir û telefon ji jor berbi jêrve bi wê amêra didest xwe de şikinî. Ciwanê poz û çavhurik berê xwe da jorê li mêrikê Kurd yê zikmezin nihêrî, rahişta computerê û derket.

Bitcoin; dirafên pêşerojê, pereyê hetanî neha neketî rojeva Kurdan de. Ji ber vê gavê şerê li Kurdistanê li ser neftê û dewlemendiyên jêr û jorerdin.

Di sala 2008 ve ji aliyê bernamegerekî Japonî  bi navê Satoshi Nakamoto ve hate derxistin û di Pirtûka Sipî (White Paper) de hate belavkirin. Bitcoin şêweyekî dirafên torê ye. Ev diraf an ku pere tenê bi pergala bernamegeriyê hatiye çêkirin û ji hejmarên asêkirî pêk tê.  Bitcoin wekî pereyên heyî li ser tiştek an jî deverekê nayête çapkirin. Afirandina Bitcoinê bi jihevderxistina û dîtina xelekên girêkên hejmaran çêdibe. Bitcoin bi kurtenav wekî BTC tête binavkirin. Piştî bêhnokê hetanî pileya 100 milyonî jî diçe. Mînak 1,3456352576787858651231...... her çend vê demê, vê rojê pir nekevê seriyan de, lê li gorî çavdêriya zanayan di pêşerojê de, mirov dê di jiyana rojane de bi wan kiteyên Bitcoina kirîna xwe bikin. Ji yekîneya herî biçûk ya bitcoinê re navê derhênerê wê Satoşî tê gotin. Wate di pêşerojê de dê mirov bi satoşî kirîn û firotina xwe bikin.

Ji bo bûyîna xwedî bitcoin, xelîtka ser torê pêwiste. Her kesê xelîtkek ji xwere vekir dikare Bitcoina bikire û bigre vê xelîtka xwe. Ev xelîtkana bi navên nenas jî dikarin bêne vekirin. Wate hêjayî milyona dolar Bitcoinê we hebin, hun dikarin ne li ser navê xwe jî veşêrin, hun dikarin bikar bînin, hun dikarin li her devera dinyayê dema we xwest werçerxînine pereyên neha heyî.

Di rastî de Satoshi Nakamoto tenê naveke û xwedanê vî navî kesek nizanê bê kî ye. Piştî derxistina Bitcoinê heya kesekî ji vî kesî bi xwe tune. Ji bo vê yekê jî gelek gotinên fen û fêlên cûda belav bidin.

Bitcoin di destpêkê de pir bal nekişand û bêhtir kesên bi computeran ve mijûl ew bakar tanîn. Bi taybet jî kesên dixwestin tiştên diziyê an jî tiştên veşartî bikirin bifroşin Bitcoin bikar anîn. Lê bîtcoin ne pareyekî reş an jî pareyekî neyasayî bû. Bitcoin pergaleka bernamekirî bû ku di pêşeroja mirovatiyê de cihekî mezin bigre.

Li gorî vê pergala ji aliyê Satoşî ve hatî avakirin tenê 21 Milyon Bitcoin dikarin bêne dîtinê. Satoşî navê afirandin an jî dîtina Bitcoina –Mining- an ku kolana nirxên jêrerd lê kir. Heman wekî kolana zêra, bafûn, neftê, zîv û hwd. Kesên bixwazin bitcoina bibînin divê xwedan Computereke gelek bihêz bin. Di vê pergala Satoşî de refik an ku malik hene û divê ev computer di nava van malikan de li hejmarên veşartî, hejmarên asê bigere, her ku ev hejmar dît eve jêre dibin û wekî nirxê vê lêgerînê ew kes dibe xwedanê Bitcoin a.

Di wateyekê de kesên li ber pc yên xwe kedê didin û dema xwe dibihurînin, li himber vê keda xwe pare werdigrin.

Kurd hîna ji wê dema ku Televizyon guneh bû nû derketine eve bû sî sal. Kurd ji qonaxa ku zêde bikaranîna PC û computerê jî ji bo zarokan nebaşe  hîna rizgar nebûne. Ew kesên bêhtir dema xwe li ber Computerê dibihurandin û mijûl dibûn piraniya wan vê gavê bûne zengînên herî mezin yê cîhanê. Hindek ji van ciwanan 100 milyon dolar, hindek jê milyarek dolar hindek jê pênsed hezar dolarên xwe hene û li gorî xuyan dike ev kesana dê bibin sermayedarên herî mezin yê dinyayê yên pêşerojê. Ji ber ku Bitcoin ne salane lê kêlî bi kêlî bilind dibe, bêhtir binirx dibe.

Nirxê Bitocina?

Di sala 2008 ê dema bitcoain derketî nirxê xwe zû geha 60 dolarî, paşê 200 dolarî. Di sala 2013 ê de nirxê bazarê yê Bitocinê di asta 1.2 milyar dolarî de bû. Lê li gorî vê kêliyê nirxê bazarê yê Bitcoin ê $39,893,477,986 e.  Bûhayê yek Bitcoin î jî; 2429 dolare. Di meha bihurî de geha 3 hezar dolarî.

Gelo pereyekî fermî ye?

Bitcoin ne dirafekî wisane ku kesek karibe li ser zal be û çavdêrî lê bike. Di encama xwestina mirovan de her diçe bi nirx dibe û berhemênanan wê jî gelek zehmet dibe. Pereyê ku tukes nikare kontrola wê bike, bişopîne, bi welatekî ve, bi benqeyekê ve bi saziyekê ve girê bide Bitcoin e. Bitcoin ne girêdayî tu dewletê, tu kesî, tu welatî, tu saziyekê ye. Tenê di torê de dijî, di torê de tête parestin di torê de tête bikaranîn û di torê de jî mezin dibe, bi nirx dibe.

Bitcoain derveyî dû sê welatên Efrîqa hetanî neha ji aliyê tukesekî ve nehatiye qedexekirin. Herçend kesên veşartî, karên reş dikin bêhtir bitocina bikar tênin jî eve ne nîşana wê ye ku Bitcoin pereyekî reşe û metirsîye. Bitcoin bi lez ji aliyê benqeyan ve jî êdî dibê mijara hizirandinê. Li himber mezinbûna Bitcoinê zanayên aborî yên cîhanê jî nekarîn ewhinde pêşdîtinên nêzîk derbibirin. Ji ber Bitcoin vê gavê wekî dayika pereyên dijîtal û pereyên torê ye. Êdî hemî dewlet ji bo bikaribin di nava pergala xwe de cih bidinê de li ser aliyê wê yê yasayî, burokratî radiwestin.

Bitcoin di jiyana rojanede tête bikaranîn?
Bêguman erê. Hemî benqeyên Luksemburgê êdî Bitcoina dikirin û difroşin. Hun dikarin bi hejmarên bilind pera bidin û Bitocin bikirin an jî berovajî wêye. Li gelek deverên Ewrûpa, wekî Berlînê, Wekî Viyanayê, Munixê, gelek bajarên dîtir yên Fransa, Hollanda, di gelek xwaringeh û firoşgehên dîtir de bi Bitcoina kirîn pêkane.

Wekî dîtir jî li gelek deveran wekî mekîneyên perekişandinê yên Bitcoina hatine danîn. Li gelek bajarên Ewrûpayê û li firokexaneya Sitenbolê jî mekîneyên perekişandinê yên Bitcoinê hene.

Derveyî Bitcoinê ji hezarî zêdetir pereyên dîtir yên torê derketine. Her diçe wekî bazareka nû pereyên nû derdikevin. Êdî li gorî welata, li gorî qetên erdê, li gorî dewleta, li gorî benqeya na, li gorî beşên kar û têkiliyên jiyanê pereyên dijîtal, pereyên torê derdikevin. Deh pereyên herî bi nirx yên torê; Bitcoin, Ethereum, Ripple, Litecoin, Ethereum Classc, NEM, Dash, IOTA, Monero; Stratis.
Coinên wekî Sexcoin, Casinocoin jî hene û li pişta her dirafekî torê sazî û dezgehên ku dixwazin wan yekîneyên pera bilind bikin û wan bikin xwedî nirx hene. Gelek jê ji bo leyistika derketin û mebesta wan ne ewe wekî pera bêne bikaranîn.
Bi hêviya ku pêşî perê Kurdan yên asayî, yên kaxezî derkevin û paşê jî dibe rojekê Kurdcoin jî çêbibe.