Devê rovî ne dighişte tirî digot tirşe
Devê rovî ne dighişte tirî digot tirşe
Dema weşanê: Hêzîran 8, 2014, 11:34 Dîtin: 737

Di Kurdan de cahilî, nezanî, şûnvemayîn nemaye. Mabe jî kesek xwe wisan nabîne. Ji rewşenbîr hetanî şivan û gavanan jî li himber hizir û nêrînan helwestek heye. Kesên ku nikarin vekirî rexne bigrin jî bêyî ku nav bidin herroj fişekên çiruk li hewayê direşînin.

Lê rewş ewe ku hetanî bi şivan û gavanên Kurdan jî êdî xwedî zanebûn û rewşenî ne wê demê hindek rastiyan herkesek dizane.

Lê rewşeke seyre ku Kurd di mijarên xwe yên civakî de gelik caran dewra sê meymûna dileyizin.

Berî bi çend salan min peykerekî kevirî ji deverekê kirî û danî nav pirtûkxaneya xwe de. Yekî destên xwe danîne ber guhên xwe, yekî destên xwe danîne ber çavên xwe, yekî jî destên xwe danîne ber zimanê xwe. Nabînim, nabihîzim û nabêjim.

Di Kurdî de peyvek heye. Quna şil; quna şil tê wê wateyê ku mirovekî tawanek kiriye, an xeletiyek kiriye, an tiştek xirab kiriye, bi zanebûn an bêzanebûn bê xwedî qelsiyekê ye. Dema quna mirov şil be bêhtir mirov dewra sê meymûna dilîze.

Dema mirov bi Kurdî nizanibin bi peyivin an binivîsine ji xwere çîrokan li hev tînin û gelik jê dighêjin wê aste ku felsefene nû derbixin di derbarê axaftina zimanê zikmakî de. Tênin wê aste ku êdî mirovên dîtir ji Kurdbûna xwe bikevin şikê.

Dema mirov nikaribin hindek tiştan şirove bikin da ku „kurbuna xwe“ filozofiya xwe“ qels nekin an ew çiyayên bilind yên ku nikarin bighêjinê de piçûk dikin an jî piştdest dikin, an jî reş dikin.

Ev rewşên derûnîne ku di nav civata me Kurdan de hene. Di rewşa şer, rewşa aştiyê, rewşa rewşenbîrî, wêje û hunerê de jî têne pêşberî me.

Dema mirov nikaribin rêka sext û zehmet bimeşin wê demê ji rêka hesan re pîneyan dibînin û dikarin rêka hesan û bêkêr jî wekî rêkeke xweş û baş pêşan bidin.

Di derûnê mirov de eve heye. Ji her bêçaretiyekê re derbirînek heye.

Xalên serekî ku Kurd bi rastî dewra sê meymûna dilîzin çine?

Xala herî giring em bigrine rêza serî. Kurd ji berjewendiyên netewî, nijadî û Kurdewarî zêdetir berjewendiyên çîrokî yên ku tenê leyistokên siyasetane ji bo xwe bingeh digrin.

Bi çend mînakan ve em mijarê zelaltir bikin her çend herkes têbighêje jî…

Îran, ne rejîma îranê lê belê îran bi giştî ji dema Darius, şerê himber Yunana hetanî neha tu car ji berjewendiyê xwe, berjewendiyê îranî û farisî dûr neketiye. Îranê xwe qurbana ola Zerdûştî nekir, piştî Darius kurê wî Xerxes an jî Kserkes bi wî hizrî artêşa xwe berbi Yunan ve xiste rêde û hizrekî wisan li ser Farisan zal bû, digotin ku; Eger em yunan bibin nexin dê ola Zerduştî xisar bibîne û dê Ehrimen xwe li ser civaka me zal bike.

Ola Zerdeştî ji bo belavbûna hizrê xwe yê gelêrî bikar anîn. Di demên dîtir yên dîrokê de jî Îranê hertim ol û hizr û îdeolojî ji bo xwe bikar anîn. Bi Emerîka re bûne nûjen, bi Sowyetêre bûne Sosyalîst(Sedema hilweşandina Komara Mehabadê jî eveye), bi îslamê re bûne misilman. Lê tu carî berjewendiyên xwe yên nijadî û netewî xirab nekirin.

Ereb jî bi heman şêweyî. Hemî dîn, ol û hizir ji bo xwe bikar anîn. Bune Qominîst, bûne misilman, bûne hertişt lê berjewendiyên xwe yên netewî nedan perçiqandin.

Tirk ji xwe di vê hunera xwe de gelek bisporin. Bûne misilman lê jinê xiristiyan anîn. Bûne misilman lê bi Lenînre peyman çêkirin, bûne misilman lê bûne Laik û deriyê ewrûpa vekirin. Bûne misilman lê tu carê berjewendiyên xwe yên netewî, nijadî yê tirkîtiyê nedan xwarin û neha jî nadin xwarin. (ji bo vê yekê lêkolîneke gelekî piçûk li ser gelê Tirk dê hertiştî ronahî bike. Ev gelê ku ne diyare bê gele an na, ev gelê ku hebûna wî mijokîye bê bi çi rengî tirkbûna xwe di parêze. Hezar carî ji parêstina Kurdan ya Kurdîtiyê bêhtir).

Ev felsefeya siyasî û netewî di hemî netew, gel û hêzên cîhanî de heye.

Ji bo vê ideal ê, Ji bo vê xeyal û nîgaşê hertişt serbeste. Kuştin, talankirin, komkujî, êşkence, dardakirin, destdirêjiya jin û zarokan, serjêkirin, koçberkirin, şewitandin. Ji bo van ideal û nîgaşan tu tişt, ne demokrasî, ne aştî, ne wekhevî, ne yekbûna olî nabe asteng. Ji ber ku berjewendiyên netewî ola herî qewîm û qedîm, ola herî saxlem û giringe. Cîhan, aborî, siyaset, hêz tenê bi vêya çêdibe. Wekî dîtir hertişt derewe. Ev felsefe ya hemî hikumeta ye. Welatên Ewrûpa, Emerîka hemî bi vî rengî dijîn û hemî welatên cîhanê bi vê felsefê dijîn û xwe birêve dibin. Li welatekî wekî Elmanya jî tu car kesekî biyanî biqasî Elmanekî hêja nîne bila deh nasnameyên Elmanî di berîka wî de bin jî.

Îran rejîmeke îslamîye, ji bo şûşeyeke vodkayê mirovan darda dike. Lê li Meşeda Iranê bi navê mehra resmî kerxana fermî heye. Ji bo deh, rojan, bist rojan, mehekê, eger tu mehr çêbike tu karê bibe xwedî jineke dem kurt. Îran rejîmeke îslamî ye, lê belê xwedî li Emer Xeyamê ku rubaiyên xwe bi dijûnên dijî xwedê xemilandine derdikeve. Îran welatekî îslamî ye lê xwedî li çanda xwe ya Zerdeştî derdikeve û li cîhanê xwe derdixe pêş.

Îran dema ne li gorî berjewendiyê wê bê hunermend, nivîskar, filmjen, siyasetmedaran bi yek biryarê ve darda dike.

Welatên Ereban jî û Tirkî jî bi heman rengî ye. Hertişt ji bo Tirkîtiyê ye. Zarok kuştin jî asayîye. Destdirêjiya jin û zarokan jî asayîye. Ne tenê hikumet, rewşenbîr, siyasetmedar bi giştî civaka Tirkan jî vêya di cîde dibînin. Kuştina Kurdekî û kuştina Tirkekî li cem civaka tirk tu carî nabê yek. Kurdên ku bi vêya bawer dikin xwe di xapînin, yên ku dixwazin civaka Kurd jî bidin bawer kirin civakê dixapînin.

Ji bo hemî welatên Ereba kuştina Kurdan û destdirêjî û hemî kiryarên nemirovî tiştên asayîne. Herroj Kurd bi destê çeteyên îslamîst têne kuştin. Ev ji bo wan şerefeke, xêreke mezine. Fetvayên li ser Kurdan bê hejmarin. Kî Kurdan bikuje dê biçe bihuştê.

Başe Kurd çima evqas korin û vêya nabînin?.

Bi vê pirsa min herkes dê bêje em ne korin û dibînin. Herkes dê bêje eve vaye mala me xirab bû bi şer û tekoşîn û berxwedanê ma çawa em nabînin.

Mixabin Kurd nabînin. Kurd bi êş û azar û zilma ku dîtî ve êdî gelek zêde bûne humanist û mirovhez. Kurd ji demokratên herî mezin yên cîhanê bêhtir bûne demokrat, ji aştîxwazên herî mezin yê cîhanê bêhtir bûne aştîxwaz. Ji xwe rewşa derûnî ya metirsî eveye.

Ol û bawerî çawan ku hertim wekî afyonê, wekî dermanê bêhişker li dijî civakan hate bikaranîn. Di serdema pêşketina teknîkî û hizrî de jî ev gotin û felsefeyên pûç wekî; Demokrasî, mafê mirovan, aşîtî, wekhevî, yekgirtina gelan, biratiya gelan derketine holê û vê carê jî heman wekî „Biratiya olî“ têne bikaranîn.

Piştî sala 2000 an.

Bêgûman kî bibêje ku şer rêk û jiyana herî pîroze ya jiyanê ew derewan dike. Lê belê kî bibêje ku „Em di cîhanekî nûjen, pêşketî, mirovhez, demokrat, aştîxwaz de dijîn“ ew jî derewan dike. Bi taybet di dema salên 2000 an de peyva gloverîzmê gelek derkete pêş û herkesî qala bêçekbûna cîhanê, bêşerî û aştiyê kir. Lê belê piştî sala du hezaran, şer, kuştin, tunekirin, lihevnekirin zêdetir bû.

Lê Kurd bi rehmin, Kurd dilnazikin, Kurd mirovhezin, mixabin nebaşiya ku çanda Kurdan ya kevnare dayî derûnê me eveye. Ji olên me yên kevin dibe, ji erda me ya bi berhem dibe, ji çi dibe nizanim lê belê ev rewşa „derûnê nerm û xweş“ xisara herî mezine ji bo Kurdan.

Ji ber ku piştî salên 2000 an peyvên nerm yên cîhanî herî zêde Kurd xapandin. Xisara herî mezin da Kurdan. Tirk Pirtûka yasayên xwe yên bingehîn didin dest xwe û Kurdan qetil dikin. Ereb Quranê didin dest xwe û Kurdan qetil dikin. Îran jî rihên xwe yên sipî û dirêj difirkînin û Kurdan darve dikin.

Lê Kurd jî wêneyên kuştiyên xwe bilind dikin û dibêjin „Demokrasî, aştî, wekhevî û biratî“.

Ev nakokîya ku bi diyalektîka civakê ve jî lihev nayê tenê di Kurdan de heye. Kurdistan ne Hindistane ku wekî gandî bi birçîbûnê û bi şewitandina cilan welatek bête rizgarkirin. Bûyerên wisan li cîhanê di 10 hezar salan de carekê çêdibin.

Diyalektîka civakan, birêveçûna civakê bi hestên baş ve nameşe. Ji ber ku hindek dinemo û mitorên civakê hene. Wekî aboriyê, wekî hêzê. Ev herdû xal bi hevve girêdayîne. Hêz û aborî yekin. Hêz bi aboriyê çêdibe. Aborî siyaset û pergalan di afirîne. Pergal û siyaset aboriyê dixin rêkeke bê dawî û nemirinî de.

Di bûyerên rojevê de derûnê Kurdan.

Me bi gotinên Kurdî dest bi nivîsa xwe kir. Em bi gotinên Kurdî jî berdewam bikin. „Devê rovî ne dighişte tirî, digot tirşe“

Hêza Kurdan li Bakur têrê nake ku welatekî serbixwe ava bikin dibêjin em Kurdistana Azad naxwazin. An ez vêya wekî dîtir bibêjim; Siyaseta Kurdan nekarî hêza Kurdan ji bo welatekî Azad bikar bîne dibêje em Kurdistanê naxwazin.

Hertişt bi bikêrbûnê ve girêdayîye. Dema mirov tiştekî bikaribe û bixwe bawer be mirov dibêje û mirov dike. Dema mirov nikaribe, avakirina teorî û felsefa vêya jî gelek hesane. Xala herî giring ewe ku mirov baweriya xwe bi vê yekê bînin. Kurd jî baweriya xwe bi vê yekê tînin. „Kurdistaneke Azad em naxwazin.ji ber ku …“

 
Têbînîyek;

Ji xwe berî bi nîv demhijmêrê di televizyona Haber Turk ê de Muhsin Kizilkaya gotinek kir, heman wekî siyasetmedarên Kurd wekî ku ji hezar xwîn, dayik, binema û dîroka mere bide xeberan ez hêrs bûm. Gotin ev bû. “Evdille Ocalan ev yek dît. Êdî tu hizir û daxwaziyeke wan nîne ku Kurdistanê rizgar bikin. Ji xwe şer ne rawestê jî, mafê kurdan newê dayin jî şerê çekdarî êdî qediya. Ji xwe li devereke ku ji rêzeçiyayan pêk tê wê çawa welatek çêbibe. Ev ne pêkane. Evdille Ocalan jî ev yek dît û li gorî wê neha li gel tirkî pêk tê.
Bi dehan ninûme hene ku dest ji rêzeçiyan berde, ajel jî li wan deveran nikarin bijîn lê welatên serbixwe ne. Diyare ku Muhsin Kizilkaya ji çiyayên colemêrgê bêhtir deverên Kurdistanê nedîtine hetanî wisan dibêjê. Ew hîna cîhanê navbera çiyayan dizane. Cîhan ji navbera wan çar çiyayên colemêrgê pêk bê jî ew cîhana Kurdan e.
Berî bi demekê çûbûme Vatîkanê. 1,5 kîlometre erda xwe heye. Tenê sê dêr li ser biceh dibin. 80 leşkerê xwe heye. Lê welatekî serbixwe ye.

 

Em bûne şahidên gelek bûyeran ku dema leşkerekî tirk hatiye kuştin „qalekol“ a tirkan tevan bi ser gundde girtine, zilam kuştine û destdirêjiya jinên Kurd kirine. Eve jî tê wê wateyê ku Tirk jî wekî Ereb û Eceman dewlet û destkeftiyên xwe baş diparêzin.

Lê di bûyerên van salên dawî de di Kurdan de rewşekî seyr heye ku çi li wan bê dikarin bi peyvên hesanî derbas bikin.

Dema ku sê jinên Kurd li parîsê hatine qetilkirin, dîsan Kurd bûne agir. Gotûbêja min û dostekî çêbûbû wê demê. Got; vaye ez jî diçim Parîsê, êdî hertişt qediya em dê li ewrûpa hertiştekî bikin û em dê heyfa wan rabikin. Sê jinên çeleng û leheng şehîd xistin ku em li himber vêya bê helwest bimînin em bênamûsin.

Min jî gotiyê de; zêde dijûna ji xwere neke heyfe. Hun dê biçin Parîsê, hun dê bi sedhezaran kom bibin, dê fransiz jî, Tirk jî hetanî Kurd jî henekê xwe bi we bikin. Hun dê bi slogana nava xwe vala bikin. Piştî sê rojî dî dê daxuyanî bêne dayîn Û weha dê bête gotin; Ev bûyer ji bo sabotekirina pêvajoya çareseriyê ye bila gelê me yê Kurd neyê leyistikê. Hun dê li ser quna xwe rûnên.

Bêguman dostê min hêrs bû. Got tu çavan van gotinan dike em dê herderê bişewitînin.

Lê piştî çend mehan dema min gotina wî anî bîra wî, nekarî bersiva min bide.

Di sala 1993 yê de li çiyayê Şehîdan(çiyayê şehîdan di navbera tixûbê Bakur û Rojavayê Kurdistanê de dimîne. Bi ser Şemzînan dikeve.) Wê demê nûnerê PKK jî li Urmiyê bi awayekî fermî dima. Lê dîsan jî pasdaran (navê leşkerên Artêşeke Îranê) li gerîlla xistibûn. Salên piştî wê de jî di sala 1997 ê de li Berdenazê ya aliyê Rojhilat ku ser serê Xanê dikeve artêşa Îranê hawinek avêtin sengera Gerîllayan û 4 gerîlla şehîd xistibûn.

Wê demê jî nûnerê PKK li Urmiyê fermî di ma. Dema ku di nav peywendiyên dîplomasiyê de hesabê van bûyeran dihate xwestin. Hêzên Îranê digot; Leşkerên me bê zanebûn kiriye, heya me jê nîne. Xeletî çêbûye. An jî hindek kes di nav me de jî hene dixwzin ku peywendiyên me xirab bikin.

Gelik caran li Sûrî jî heman tiştan rû daye. Li aliyekî serok û nûnerên Kurdan li paytextê li gel rejîmê di nava peywendiyê de ne lê li aliyê dîtir kuştin, girtin û êşkence hene. Bi hezaran Kurdên Rojava di destê rejîmê de man û hatin kuştin. Li himber vê jî peyva ku tê kirin eve ye; Xeletî çêbûye bila kes neyê leyistika da peywendî xirab nebe.

Dihunê li Lîcê jî rewşekî wisan rû da. 2 Kurd hatine kuştin. Bi sedhezaran Kurd bûne birîndarê vê bûyerê. Dilê wan li Lîcê lê da. Bi sedhezaran Tirk jî henekê xwe bi vê rewşê kirin. Hîna roj nebihurîne lê sedî sed him hikumet him jî siyaseta Kurd dê bibêjin ku „Hindek kes dixwazin pêvajoyê têk bidin“.

Gelo çima carekê jî „bi xeletî“ serokwezîrek, generalek, kesek, çend kesek yê Tirk nayêne kuştin?. Ne ku ez şerxwazim bêguman, ev ne bangeke şere jî. Lê ma ev xeletî tenê ser xwîna Kurdan dimeşe qey. Ma tenê dema Kurd têne kuştin dibe xeletî an jî sabotaja agirbestan, aşîtiyan, pêkhatinan û dîplomasiyê. Ma mirîşkin hema Kurd bêne kuştin, ma dayikê wan, malbatê wan ne mirovin qey. Ne ji vê cîhanê ne? An li gorî êşên ku Kurdan kişandî evana sivik dimînin?.

Di qonaxekî wisan de ku mafê xwe, mafê xwe yê gelêrî, mafê xwe yê mirovî parestin dibe sabotaj de bêguman zehmete ku mirov bibe xwedî helwest. Ji bo vê yekê jî Kurd li ser pira siratê re diçin. An dê ker, kor û lalbûnê hilbijêrin an dê çavê xwe vekin û çîrok û çîrvanokên di bin navê –Demokrasî û mafên mirovan de- aşîtî û biratiya gelan de ji xwe re bikin pêkenok û xwedî li doza dil û xeyalê xwe derkevin.

Yasayeka jiyanê heye. Ev yasa xwe di Kurdan de jî baş dide der. Mirov xwe gorî mirovên dîtir dikin lê dema ew dimrin ji aliyê kesên ku xwe gorî kirin ve zû tên jibîrkirin. Mirov xwe gorî doza dikin lê dema ew dimrin doz ji xwere temaşe dikin. Ji ber ku siyaset li ser mirovan re ye. Siyaset li ser derûn, hest û xeyalên kesan re ye. Qaşo mirov ji bo xeyalên xwe beşdarî doz û rêbaz û rêxistinan dibin.

Di vê cîhanê de him mirov, him civak eger pêdivî be tu tiştekî ku nekarê bête kirin nîne.

Lê dema ku mirov nikarin divê nebêjin ku –Nebaşe-

Devê rovî ne dighişte tirî digot tirşe.