Çîroka evînê
Çîroka evînê
Dema weşanê: Rêbendan 23, 2014, 5:13 Dîtin: 833

Heya te ji min heye gelo? Ji agirê hinavê min, kelegerma cendekê min, bizotên nava bîbikên çavên min, lerzîna pêçiyên destên min, zîvirîna serê min.

Heya te ji min heye ku ez laveya xwedayê dilovan dikim ku rojê zû bi ser min ve biçerixîne û şevê li ser ruyê erdê zal bike, nifirên xwe li mirovan dikim da ku zû vekişina sinc û mal û bexçeyên xwe da ku bêdengî li kolanan zal bibe û êdî êvar rojê binpê bike, şev êvarê bi çewisîne û şev himbêza xwe bo min veke.

Heya te ji min heye ku ez bi lezgînî dixwînim rûpelên jiyanê, teqîna destpêkê, zîndarên destpêkê, mirovên destpêkê. Dema ku xwedayê min bû roj, agir û av. Dema ku li ber perestgehên deşta Urmiyê min serî didanî erdê eniya min dibû ax. Dema ku li ber keviyên Dicle dibûm avperest, dema ku li ber deriyê pîramîdan dibûm benî dibûm evdal. Zu dixwînim wan rojan, dema ku dibûm budist, li ber Zerdeşt dibûm mirîd. Dema ku bi xewn û xeyalên Îştar û Afrodît ve li ser banên darî di gevizîme vî alî û wî alî.

Zu dixwînim, rehmetiyê çîçero, îskender,manî, ew jinka desthilat Klopatra û mêrkujên Erep li ber kelha Mêrdînê û Selehedînê Eyubî û êla wî, wan çîrokên qesrên Osmaniya û Hurem siltan û ew padîşahên zarokkuj û zanista nû. Dema ku galileo digot ez nebêjim jî dinya dîsan jî diçerixe. Zu dixwînim çîrokên Kawîs Axa, peyre Filîtê Quto, Elîkê Betê, Siyabend û xecê, Tamaraya Ermenî, Derwêşê Evdî û Mêrê Avis û Jinên qatên bilind.

Zu dixwînim tevan yek bi yek, hetanî bi Muro yê Efşî û Elîkê Eyno mêrê sê jina.

Da ku bibe êvar, jiyan bighe xala dawî, êdî peyv nemînin, liv û tevger nemîne, av bi çikin, çûk lal, bilbil sermest û kal, rovî bê hewl û hal bimînin.

Zu dixwînim da ku heyv bibe nobedar ez û tu bibin marên kor bi hevve bibin girêka kor. Da ku xwe bi teve bipêçim di nava bêdengiyeka mirî de bi dijminiya girî de, di nav laşê kelî de, li cîhana xalî de, di asta asîman ya banî de, li pêşberî xwezaya bêalî de, di sengera laşê te yê tazî de bimirim û carekî dîtir vejîm, bi helim û carekî dîtir bijîm, bikelim û carekî dîtir bitezîm, bikevim û carekî dîtir helsim. Da ku doşek bibe rûpel ez û tu bibin pênûs, heyv bibe çira û sitrana şevê jî bi mere bibe şêt û şeyda. Da ku li ber qubikên perestgeha te, minara mizgefta te û zingilê dêra te bibim benî, bibim sêwî, bibim genî. Da ku lêvên min pêşî li ser xizmeya te bi lerizin hetanî ku rêka bihuşta cîhanî bibînin û xwe bighînin bihuşta piştî mirinê. Piştre jî tu jî rabê û rûnê bêjê min de zû were ez benî.
Dibezînim, li şûn xwe nanerim. Da ku di nav meya sor de, sor bikim xet û xîçên laşên xwe û te, xatirê xwe bi qîr û qajêniya bixwazim ji hebûnê, ji nebûnê, ji bûyîna, ji nebûna, dilên tal, rûyên sar, hizrên bêar. Da ku binpê bikim çîrokên derda û kula, biqewitînim xembar û xemxwar û gazinok û gilîkeran.